Ji bo erebeyên bi aku yên astengdaran du stasyonên şarjkirinê yên nû

Şaredariya Mezin a Amedê, bi danîna du îstasyonên nû yên şarjkirina arabayên bi aku li cihên cûda, ji bo xwe gihana li hemû deverên bajêr bi awayekî wekhev pêk bê û piştgirî bi taybetî ji bo astengdaran, ji hêla

Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Pîran, ve berdewam dike. Di nav xebatên ku bi hişyariya “Xwe Gihandina Amedê” pêk bê li du cihên cuda du îstasyonên şarjkirinê, li platformên wekî Navenda Piştgiriya Astengdaran a Sumerparkê, Meydana Şêx Saîd, Kolana Hunerê, Navenda Jiyana Hevbeş a Parkorman, Mala Rawestanê ya Kayapinarê û Mala Rawestanê ya Şehîtlikê xizmet dikirin, hat zêdekirin, da ku liv û tevgera bajêr bê astengî berdewam bike. 

Li gorî daxwazên astengdaran li deverên ku pir tê bikaranîn, wekî li ber Avahiya Xizmetê ya Şaredariya Mezin û li ber Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê îstasyonên şarjkirina belaş û bi lez hat saz kirin. Bi vî awayî dema ku astengdaran li bajêr dem derbas kirin, bikaranînên erebeyên bi aku, da ku mecbûr nemîn li prîzan bigerin, an jî cîhaza şarjkirinê hilgirin, dikarin bi awayekî bi ewlehî erebeyên xwe şarj bikin.

Rêveberiya Beşa Astengdaran, ji bo ku mafê kesên astengdar ên tevgera serbixwe, li gorî plansaziyan dê berdewam bike. Dema pêwîstî çêbû wê bi plan îstasyonên nu li cihên cuda bê sazkirin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Tebax 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31