Bi hevkariya Şaredariya Mezin a Amedê û Şaredariya Kayapinarê bi dirûşmeya “Em lixwegeranê Xwe Vediguherînin” kargeha potên ku tê şûştin yên reglê hat sazkirin
Serokatiya Daireya Xizmetên Jin û Malbatan, kargeha potên ku tê şûştin ya ku bi dirûşma “Em lixwegeranê Xwe Vediguherînin” bi şaredariyan re pêk anî. Bi hevkariya Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Kayapinarê li Navenda Jiyana Jinan a 500 Evleran li taxa Barişê, kargeh hat lidarxistin.
Di derbarê tabuya li hemberî reglê pêşkêşiyê hat kirin.
Perwerdekar Sevda Kayar Gorer, di derbarê tabuya li hemberî reglê û tenduristiya zayîna jinan de pêşkêşiyek parve kir. Gorerê bal kişand li ser tundiya civakê a ku li bedena jinan tê kirin û jinan dike biyaniyê bedena wê. Girîngiya naskirina xwe û avakirina hevgirtina di navbera jinan de destnîşan kir. Gorerê, bersivên pirsên beşdaran da û parvekirina zanînê a di derbarê tenduristiya jinan de berdewam kir.
Jinan jî razîbûnên xwe yên ji perwerdehiyê anîn zimên û destnîşan kirin ku divê çalakiyên bi vî rengî zêdetir çêbin. Di nav bernameyê de beşdaran, li kargeha tekstîlê ya dirûna potên ku tê şûştin yên reglê li gorî pêdiviyên xwe pêk anîn.
Kargeh dê berdewam bike.
Kargeh bi dirûşmeya “Em Lixwegeranê Xwe Vediguherînin” ên ku li Navendên Jiyana Jinan ên girêdayî Şaredariya Mezin dest pê kir, armanca wan ew e ku balê bikişînin li ser tabuya li hemberî reglê û hestiyariya di derbarê tenduristiya jinan de, bê afirandin. Kargeh wê bi hevkariya rêveberiya polîtîkayên jinan ên şaredariyên herêmê dê berdewam bike.