Darên ku hatin sehkirin, dîsa hişîn bûn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi rêbazên tedawîkirina zû, bi sedan darên çinarê yên ku li Bulvara Firatê û Kolana Evdilqadir Aksu bi nexweşiya fungal (ku bi navê "kîvroşk" tê zanîn) ketibûn, rizgar kir û careke din hişîn kir.

Serokatiya Beşa Park û Baxçeyan, di meha Sibatê de li 120 darên çinarê yên rojavayî yên ku li Bulvara Firatê û Kolana Evdilqadir Aksu ya navçeya Kayapinarê bûn, nexweşiya fungal a bi navê "kîvroşk" tespît kir. Ev nexweşî bi hêsanî bi bê, pelan, çûkan û kêzikan belav dibû. Tîman bi destwerdaneke bilez rê li ber gihîştina nexweşiyê ya li ser laşê daran girt.

Beşên nexweş bi rêkûpêk hatin birîn, bi dermanên fungusît hatin tedawîkirin û li cihekî ewle hatin îmhakirin. Li şûna ku endezyarên ziraetê daran bi temamî ji kokê derxînin, bi rêbazên tedawiyê yên rast ew rizgar kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28