Tîma Voleybolê ya Jinan, dê di Grûba B ya Lîga 1'emîn de bileyîze

Li gorî fîkstûra ku hatiye kişandin, Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) dê di Grûba B ya Lîga 1'emîn de têbikoşe.

Tîma Voleybolê ya Jinan a ku di bin Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanî û Sporê de hatiye avakirin, demsala borî di 18 maça xwe de 15 serkeftin û 3 têkçûn bi dest xistibûn û lîgê di rêza 3'emîn de, tenê 2 pûan li pişt lîderê, qedandibû.

Li ser biryara Federasyona Voleybolê ya Tirkiyeyê ya ku hejmara tîman di Lîga 1'emîn de zêde bike, Tîma Voleybolê ya Jinan a DBB hem ji ber avahiya xwe ya darayî, hem jî ji ber binesaziya xwe û avaniya şaxên xwe yên çalak, bi awayekî fermî bo Lîga 1'emîn hat vexwendin.

Fîkstûra demsala 2025-2026an hat kişandin

Fîkstûra demsala 2025-2026an ya Lîga 1'emîn a Jinan li Fîşekhaneya Stenbolê hat kişandin.

Di Grûbên A û B yên Lîga 1'emîn a Jinan de, maçên dewreya 1'emîn dê di navbera 4'ê Cotmeha 2025'an û 13'ê Kanûna Pêşîn a 2025'an de, maçên dewreya 2'emîn jî dê di navbera 20'ê Kanûna Pêşîn a 2025'an û 15'ê Adara 2026'an de bên lîstin.

Tîma DBByê maça xwe ya yekemîn dê li derveyî malê bileyîze

Tîma Voleybolê ya Jinan a DBByê, dê maça xwe ya yekemîn li derveyî malê li dijî tîma Îlbank bileyîze. Di Grûba B de, ew ê bi van tîman re têbikoşe: Kuzeyboru Maxipipe Spor, Karayollari, PTT, Sakarya, Afyon Belediyesi Yuntaş, MKE Ankaragucu, Muratpaşa Belediyesi, Zeren Spor, Ted Ankara Kolejlîler, Manavgat Belediyesi, Merinos û Konya Eregli Belediyesi.

 

Image Gallery