Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo pêşxistina behreyên teknîkî yên jinan, perwerdeya sazkirin û tamîrkirina mobîlyayê dabû destpêkirin û ev perwerde bi serkeftî bi dawî bû.
Perwerdeya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve di 1’ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin, li Navenda Jiyana Jinan a Koşuyolu ya navçeya Rezan (Baxlar) pêk hat. Di bernameya pratîk a ku 2 mehan dom kir de, 7 jinan fersend dîtin ku hînî teknîkên bingehîn ên sazkirin, tamîrkirin û lênêrîna mobîlyayê bibin. Dê ji jinên ku beşdarî perwerdeyê bûne re belgeya beşdarbûnê bê dayîn.
Di roja dawî ya bernameyê de, jinan diyar kirin ku êdî hem di jiyana xwe ya rojane de xwe azadtir hîs dikin, hem jî di warê pîşeyî de bi zanîn û behreyên nû re deriyên nû li ber wan vebûne.
'Êdî karê tamîrê derkeve ez dikarim bi xwe bikim'
Birsen Duz, yek ji kursiyerên ku beşdarî perwerdeyê bûye, anî ziman ku atolyeyê jiyana wê ya rojane hêsantir kiriye û got, ger karê tamîrê derkeve, êdî ew bi xwe dikare bike. Duz wiha axivî:
"Li atolyeyê bi saya mamosteyan me kêmasiyên xwe temam kirin. Berê min li malê dikir, lê kêmasiyên min hebûn. Li vir min ew kêmasiyên xwe temam kirin. Min hînî danîn û derxistina zîkmetê, vîdeyê û bikaranîna matkapê bûm. Ger tiştek bi dolab an jî meseleya min bê, ez ê bi hêsanî bikaribim çêbikim. Ne hewceye ku ez ji kesî alîkariyê bixwazim. Li şûna ku ez 1000 an 2000 lîre bidim tamîrkarekî, ez ê bi xwe bikim. Berê gava min matkap digirt destê xwe, destê min dilerizî, lê niha ji min re pir hêsan û rehet tê. Ez dixwazim ev cure atolye bidomin."
Â
