DBB ji bo xemilandina bajêr piştgirîyê dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo welatiyan cihên bêhnvedanê çêbike, li avahiyên xizmetê yên giştî, malên şînê, komele û mizgeftan piştgiriya mobîlyayên bajêr dike.

Di çarçoveya xebata ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ve tê meşandin de, li baxçe û cihên hevpar ên saziyên giştî, dibistanan, malên şînê, komeleyan û mizgeftan mobîlyayên bajêr, ango bankên rûniştinê, maseyên pîknîkê yên bi ban û bê ban tên danîn.

Ji bilî bexşîna mobîlyayên bajê, Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan mobîlyayên ku berê hatine bexşîn û pêwîstiya wan bi tamîrkirinê heye jî sererast dike, wan ji nû ve amade dike û ji bo bikaranîna welatiyan pêşkêş dike.

Di xebatên ku nêzîkî salekê ye didomin de, Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan heta niha ji saziyên giştî, dibistanan, malên şînê, komeleyan û mizgeftan re bi giştî 113 mobîlyayên curbecur ên bajaran pêşkêş kirine.

Li ser daxwazan, Şaredariya Bajarê Mezin wê ji bo saziyên giştî, camiyan, dibistanan, malên şînê û komeleyan xebatên peydakirina mobîlyayên bajaran bidomîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28