Perwerdeya axaftina bi bandor hate dayîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku karmend bi welatiyan re danûstandineke bi bandortir deynin, perwerdeya Danûstandin û Axaftina Bi Bandor li dar xist.

Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovî û Perwerdeyê, ji bo şaredariya civakî, avahiya sazûmaniyê tamîr bike û di rêveberiya çavkaniyên mirovî de, li gorî jêhatîbûn û bikêrhatîbûnê pêşveçûnê dabîn bike, xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de, Serokatiya Daîreyê di Salona Civîna Meclîsê de perwerdeya Danûstandin û Axaftina Bi Bandor ku 2 rojan dom kir, ji bo xebatkaran organîze kir. Di perwerdeyê de 562 fermanber beşdar bûn, di nav de şofêrên otobusên şaredariyê, zabiteyên şaredariyê, personelên têkiliyên bi gel re û hemû yekîneyên şaredariyê, ligel xebatkarên Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ).

Psîkologên ku di nav Daîreya Xizmetên Civakî de dixebitin, ji personelan re, yên ku li qadê bi welatiyan re têkiliyên yek bi yek datînin, li ser babetên wekî "Danûstandina bi bandor, cureyên danûstandinê, hêman û armancên danûstandinê, astengiyên danûstandinê, nakokî û stratejiyên çareseriyê" perwerdehî dan.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30