Civîna "Jin di sporê de" hat lidarxistin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi rêveberên jin ên klûba Amedsporê re ji bo mijara "Jin di sporê de" hat cem hev.

Hevşaredar Bucak bi rêveberên jin ên klûba Amedsporê re civiya. Li gel Hevşaredar Bucak, Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz, Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag, endamên Komîsyona Werzişê ya Jinan a Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Tuba Şanli Ersoz, Ozlem Başari, Evîn Ay, Alîkara Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Zerîn Turk û rêveberên jin ên klûba Amedsporê jî beşdarî civîna li Şaredariya Bajarê Mezin bûn.

Di civînê de li ser rewşa jinan di warê sporê de, zayendperestiya li qadên futbolê, pirsgirêkên ku werzişvanên jin pê re rû bi rû ne û derfetên pêşketinê, danûstandin hatin kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30