Hevşaredar Hatun, karkerê çandiniyê ku li Nîgdeyê birîndar bûbû ziyaret kir

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, serdana Orhan Îdîlkurt ê ku li Nîgdeyê di êrîşeke li dijî karkerên çandiniyê yên demsalî de birîndar bûbû, li nexweşxaneyê kir.

Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, digel Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Amedê Ceylan Akça û Serhat Eren, Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê Ruçem Wefa Elyakut û Ahmet Dogan, û endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin, serdana Orhan Îdîlkurt ê ku li navçeya Bor a Nîgdeyê di êrîşa li dijî karkerên çandiniyê yên demsalî de birîndar bûbû, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl kirin.

Hat zanîn ku Îdîlkurt li nexweşxaneyê ketiye emeliyatê. Hevşaredar Hatun û hevalên wî bi malbata Îdîlkurt re axivîn, agahî li ser rewşa wî ya tenduristiyê wergirtin û hêviyên başbûnê ji wan re gotin. Herwiha, Hevşaredar Hatun û hevalên wî serdana xizmên nexweş ên li baxçeyê nexweşxaneyê sekinîbûn jî kirin û ji wan re gotin "derbasî be".

Pişt re, Hevşaredar Hatun û hevalên wî bi rayedarên serokatiya Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl re hevdîtin kirin û li ser rewşa tenduristiya Îdîlkurt agahî wergirtin.

Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça, li baxçeyê nexweşxaneyê daxuyanî da û got ku ji bo agahdarkirina rewşa karkerên çandiniyê yên li Nîgdeyê birîndar bûne, bi rêveberiya nexweşxaneyê re axivîne. Akça diyar kir ku ew ê li cem karkerên ku rastî êrîşê hatine bin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30