Şaredariya Bajarê Mezin 20 hezar simîdên Mewlûdê belav kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi minasebeta Şeva Mewlûdê, kadeya qendîlê, loqim û biskuwît da welatiyan.

Ekîbên Gerînendetiya Şaxa Karûbarên Civakî û Alîkariyê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, li ber Mizgefta Mezin û Mizgefta Hezretî Silêman a navçeya Sûrê, Mizgefta Ben û Sen Koşklerê ya navçeya Yenîşehîrê û Mizgefta Şefîk Efendî ya navçeya Rezanê stend danîn û 20 hezar pakêtên ku di nava wan de simîdên mewlûdê, loqim û biskuwît hebûn, belav kirin.

Bi armanca xurtkirina çanda hevgirtin û parvekirinê, xebatkarên Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî kadeyên qendîlê belav kirin û Şeva Mewlûdê li welatiyan pîroz kir.

Welatiyan jî ji ber vê îkramê kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya Şaredariya Bajarê Mezin kir.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31