Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serra Bucak, di civîneke bi jinên taxa Avcisuyu ya Kayapinarê re de ragihand ku di nav şaredariyan de beşên taybet ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan hene.
Civîn bi hevkariya Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Kayapinarê hat lidarxistin. Serra Bucak, endamên meclîsê û gelek jinên ji gund beşdar bûn. Di dema civînê de, jinan karîn pirsgirêkên xwe yên civakî, aborî û sosyal rasterast bînin ziman. Zarokan jî bi çalakiyên boyaxkirinê kêfxweş bûn.
"Em jin xwedîyên esasî yên jiyanê ne"
Di axaftina xwe de, Bucak destnîşan kir ku ew ji ber mêvaniya jinan gelekî kêfxweÅŸ e. Bucakê got ku wan pirsgirêkên gund wekî rê, av û veguhastin tomar kirine, yên ku bandoreke mezin li jinan dikin û got, "Em jin, damezrîner, berdewamker û xwediyên bingehîn ên vê jiyanê ne."Â
"Saziyên me ji bo pirsgirêkên jinan hene"
Bucak anî ziman ku ji bilî pirsgirêkên gund, pirsgirêkên taybetî yên jinan jî hene. Bucakê got ku hem li Şaredariya Bajarê Mezin hem jî li Şaredariya Kayapinarê saziyên ku bi taybetî ji bo çareserkirina van pirsgirêkan hatine damezrandin hene.
"Em hatine guh bidin we"
Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer, jî diyar kir ku ew û ekîba xwe demek e bi jinên gund re di nav têkiliyê de ne. Sumerê destnîşan kir ku ew bara pirtir hatine da ku guh bidin daxwazên jinan.
Di dawiya civînê de, broşûrên agahdariyê li jinan hatin belavkirin.
Â