Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî çalakiya rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran bû û destnîşan kir ku ew şahidê keda ku rojnamegeran bi salan daye ne.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) li Qesra Cemîlpaşa çalakiyek li dar xistin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevberdevkê Meclisa DBB’ê Demet Ceylan, Endama Meclisa DBB’ê Canan Efe Şahîn, hevşaredarên navçeyan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û rojnameger beşdarî vê çalakiyê bûn.
Hevşaredar Hatun: Her tim azad bimînin
Hevşaredar Dogan Hatun di axaftina xwe ya li çalakiya beşdar silav kirin û bal kişand ser girîngiya çapemeniya azad. Hatun bi bîr anî ku rojnamegeran ji bo azadiya gel gelek kedên hêja dane û got, “Bi rastî em bi salan şahidê keda we ne. Nûçeyên rast carna dengê civakê, carna qêrîna dayikan û carna jî hevalê zarokan bû. Em dizanin ku li ku derê nûçeyeke rast hebe, çapemeniya azad jî li wir e. Çapemeniya azad, civaka demokratîk û paşeroja gelê me ye. Vê pêvajoya destpêkirî bi pênûsa xwe, bi objektîfa kameraya xwe gelê me tevde agahdar bikin. Her nûçe ji bo gel pîroz e, ev pîroziya hanê bi destê we tê nivîsandin, bi çavkê makîneyên we digihêje gel. Careke din roja we pîroz be. Her tim azad bimînin.”
Piştî axaftinan hunermend Qasim Taşdogan derket ser dikê û çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.