Wêjeya Mehmed Uzun hat nîqaşkirin

Nivîskar Mehmed Uzun, yek ji kesayetiyên girîng ên wêjeya Kurdî, bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi panel û lîstika şanoyê hat bibîranîn.

Bi mazûvaniya Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Mehmed Uzun ê ku di 11'ê Cotmeha 2007'an de jiyana xwe ji dest dabû, hat yadkirin. Piştî bîranîna ser gora wî ya li Goristana Deriyê Mêrdînê di saetên serê sibê de, ji bo bîranîna Uzun panel û lîstika şanoyê hat pêşkêşkirin.

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş, nivîskar, weşanger, malbat û hevalên Uzun beşdarî panelê bûn ku li Navenda Çand û Kongreyan a ÇandAmedê hat lidarxistin. Di panelê de ku ji aliyê Esra Sadikoglu ve hat birêvebirin: Salih Qoserî mijara "Sirgûn û Nivîskarî" nirxand û bal kişand ser sirgûnên Uzun û nivîskarên din. Qoserî anî ziman ku Uzun jî wekî berhemên ronakbîrên din ên ku di sirgûnê de hatine derxistin, behsa hesreta welat kiriye û destnîşan kir ku Uzun di sirgûnê de 6 berhem nivîsandine.

Mehmed Uzun gihîşt zimanê nûjen

Kenan Soylemez ku mijara "Bandora Dengbêjiyê di Romannivîsiya Mehmed Uzun de" pêşkêş kir, bal kişand ser wê yekê ku Mehmed Uzun di wêjeya Kurdî de cihekî girîng digire. Soylemez diyar kir ku Uzun di kevneşopiya dengbêjiyê de zimanekî nûjen girtiye û got: “Uzun zimanê romanê di çarçoveyeke nûjen de digire dest. Dengbêjî di hemû romanên wî de cihekî girîng digire. Wî zimanê dengbêjiyê ava kir. Ligel jiyana dengbêjiyê, zimanê wê jî lê zêde kir. Şêweyekî wî hebû ku hafizeya civakê derdixist holê. Di dengbêjiyê de bi rêya dubarekirinê berdewamkirina wê heye. Mehmed Uzun ev kirine nûjen.”

Beşdariya wî di pêşveçûna ziman de mezin e

Pêşkêşiya "Hewldana Nêrîna Modern Di Romannivîsiya Mehmed Uzun de" ji aliyê Zulkuf Ergun ve hat kirin. Ergun diyar kir ku Mehmed Uzun pêşengî li wêjeya Kurdî kiriye û got: “Dema çû Rojavayê, şert û merc ji bo ziman çêbûn. Ji bo ku tevkariyê li çand, wêje û hunera gelê Kurd bike, geşedanên girîng qewimîn. Mehmed Uzun beriya ku dest bi romanên xwe bike, ketibû nava lêkolîneke kûr. Wî dixwest bigihêje wêje û antolojiya Kurdî. Bi gihîştina zimanê wêjeyî gihîşt girseyan. Beşdariyên wî di pêşveçûna ziman de mezin bûn.”

Lîstika Şanoyê Sirgûn hat pêşandan

Piştî panelê ku bi pirs û bersivan bi dawî bû, lîstika şanoyê ya bi navê Sirgûn (Rîşa Pûç) a hunermend Ayhan Erkmen di heman salonê de hat pêşandan. Gelek kesan lîstika ku Sabri Ejder Ozîç derhêneriya wê kir, Ayhan Erkmen nivîsî û lîst, muzîka wê jî ji aliyê Rêber Soyler ve hat çêkirin, ji bo bîranîna Celadet Alî Bedirxan, Mehmed Uzun û Erebê Şemo temaşe kirin.

 

Image Gallery