Li Kayapinarê dê li 8 kolanan, bi dirêjahiya 17 kîlometreyî, asfalt were darêtin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku li Kolana Kayapinarê dest bi darêtina asfaltê kiriye, dê li navçeya Kayapinarê 8 kolanên bi dirêjahiya 16 hezar û 900 metroyî nû bike.

Serokatiya Daîreya Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê, karên çêkirin, parastin, temîrkirin û başkirina rêyan ku li navenda bajêr dimeşîne, didomîne. Tîman, ku li Kolana Kayapinarê karê rakirina asfaltê temam kirin, dest bi lêkirina asfalta germ li ser rêya bi dirêjahiya 2,5 kîlometreyî û firehiya 30 metreyî kirin. Tîm dê 12 hezar ton asfalta germ li kolanê darêjin.

Dê li 7 kolanên din jî asfalt were lêkirin

Serokatiya Daîreya Çêkirina Rêyan û Koordînasyon Binesaziyê, ku dê xebatên asfaltê li navçeya Kayapinarê bidomîne, armanc dike ku li Kolana Nazim Hikmet a bi firehiya 30 metreyî û dirêjahiya 3 kîlometreyî 13 hezar ton; li Kolana Musa Anter a bi firehiya 30 metreyî û dirêjahiya hezar û 400 metreyî 6 hezar ton; li Kolana Abdulkadir Aksu ya bi firehiya 30 metreyî û dirêjahiya 4,8 kîlometreyî 20 hezar ton; li Kolana Jiyan a bi dirêjahiya 30 metreyî û firehiya 800 metreyî 3 hezar û 400 ton; li Kolana Baba Tahir a bi firehiya 30 metreyî û dirêjahiya 1 kîlometreyî 4 hezar ton; li Kolana Bedri Ayseli ya bi firehiya 30 metreyî û dirêjahiya 2,2 kîlometreyî 9 hezar û 400 ton; li Kolana Mesut Yilmaz a bi firehiya 30 metreyî û dirêjahiya 1,2 kîlometreyî 5 hezar û 100 ton asfaltê lêke.

Xebat li Bulvara Firatê

Hat tespîtkirin ku li beşa Bulvara Firatê ya ku di navbera Baznerêka Dormandorê û Stadyumê de dimîne û dirêjahiya wê nêzîkî 1,2 kîlometre ye û berê tenê lê asfalt hatibû darêtin lê karên peyarê, ronahîkirin û peyzajê temam nebûbûn, bi demê re ji ber sistbûna zemînê rûniştin, pêl û deformasyonên rûxiyan lê çêbûne, herwiha di tebeqeya asfaltê ya heyî de jî xerabûn û zirar pêk hatine. Di vê çarçoveyê de, ji bo ku zemîna heyî were xurtkirin û herwiha karên kêm werin temamkirin û eksenek gihandinê ya pergaleke girtî were avakirin, li ser rêgeha behsa gotinê xebateke berfireh a rêkxistinê hate destpêkirin.

17 hezar û 500 ton asfalta germ

Di çarçoveya xebatên ku dê werin kirin de, dê 17 hezar û 500 ton asfalta germ bi du tebeqeyan (binesaziya bîtumîn û bend) were darêtin, nêzîkî 12 hezar metreçargoşe peyarê were çêkirin, 65 stûnên ronahiyê yên dekoratîf werin bicîkirin, 190 darên ji cureyên cuda werin çandin û rêkxistina peyzajê were kirin. Bi van xebatan re, dê ewlehî û rehetiya trafîka Bulvara Firatê were zêdekirin û eksenek gihandinê ya dirêj-mayîn û estetîk were avakirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31