Hevşaredar Bucak: Em ê Nexşerêya Foruma Avê ya Mezopotamyayê pêk bînin

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di 2'emîn Foruma Avê ya Mezopotamyayê ya ku mazûvaniya wê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir de axivî û got, ew ê nexşerêya ku di forumê de derketiye holê, bikin jiyanê.

2'emîn Foruma Avê ya Mezopotamyayê ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Foruma Avê ya Mezopotamyayê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê tê lidarxistin, di roja xwe ya sêyemîn de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê dewam dike. Di xebatên atolyeyan de ku gelek çalakvanên jîngehê, akademîsyen û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên ji gelek welatan beşdar bûn, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun û Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk jî amade bûn.

Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk di xebatên atolyeyan de axivî û destnîşan kir ku divê hemû gund, navçe û şaredariyên li qeraxên çeman yekîtiyekê ava bikin û got: “Di vê mijarê de berpirsyariyek mezin dikeve ser milê rêveberiyên herêmî. Em dixwazin diyar bikin ku em amade ne vê berpirsyariyê bigirin ser milê xwe. Lê helbet lingekî vê yekê dîplomasî ye. Divê em dîplomasiyê ji herêmî rêxistin bikin.”

Hevşaredar Bucak: Forum nexşerêyekê xêz dike

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak jî spasiya hemû kesên ku ji bo lidarxistina forumê ked dane kir û dest bi axaftina xwe kir. Hevşaredar Bucak anî ziman ku forum xebateke gelekî hêja ye û got, bêguman encamnameyên ku îro wê bên eşkerekirin, rêveberiyên herêmî gelekî girêdide. Hevşaredar Bucak got: “Em wek rêveberiyek herêmî ku haya me ji vê yekê heye, wek rêveberên herêmî yên Partiya DEM'ê, bêguman li bajarên xwe dilgermiyek heye ku em xwe bigihînin hemû qadan ji ber ku em piştî 10 salan dîsa hatine hilbijartin, her wiha divê em li ser gelek qadên ku hatine xerakirin û wek enqaz li ser me hatine hiştin, polîtîkayan biafirînin. Lê bê guman tenê polîtîka afirandin têrê nake. Berpirsyariya me heye ku em wan bixin pratîkê. Em hay ji vê yekê hene. Lê tevgerên wek we, torên wek we, hemû xebatên neteweyî, navneteweyî û herêmî bê guman hêviyê didin me. Ne tenê hêviyê didin, bê guman nexşerêyekê jî xêz dikin. Ji ber ku her yek ji me ji erdnîgariyên xwe diyar kir ku nêrîna ekolojiyê ya civakî, gelparêz û rêxistinên ne-dewletî, rêxistinên civakî, gelparêz çiqasî girîng e, parastina axa me, ava me û derbarê vê de gotineke din, ango gotineke antî-kapîtalîst û antî-sermayedarî çiqasî girîng e."

'Divê em bêyî ku li benda foruma din bimînin, rê bigirin'

Hevşaredar Bucak diyar kir ku divê encamên ji forumê derketine, bên bicihanîn û wiha axivî: “Em jî dibêjin em rêveberiyên herêmî yên gelparêz, civakparêz in. Bê guman aliyekî wê yê girêdayî me heye. Ez dixwazim vê diyar bikim. Ez girêdayîbûna vê yekê pir giran dibînim. Ev girêdayîbûn di heman demê de wê bibe nexşerêya me. Yekîtî û torên ku em ê hem li Amedê û hem jî li deverên xwe ava bikin, her wiha rêxistinên herêmî û tora rêveberiya herêmî ya ku dikare ji bo deverên din, nemaze herêma me, bibe mînak, em ê ji bo parastina ava xwe, parastina axa xwe û pêşxistina xebatên ku em ê ji niha û pê ve bikin, cîhekî girîng bidin wê. Ez spasiya hemû hevalên ku ev 3 roj in van nîqaşên hêja dimeşînin, dikim. Dibêjim, ‘baş e hûn hene.’ Hevalekî me diyar kir. Got, 'divê em bêyî ku li benda foruma avê ya din bimînin, rê bigirin.' Ez beşdar dibim. Hewce nake ku em li benda foruma avê ya din bisekinin. Li vir nexşerêyek gelekî girîng derket. Tişta girîng ew e ku em li bajarên xwe, li deverên xwe vê yekê di zûtirîn dem de bikin jiyanê. Em soza vê yekê ji vir didin.”

Hevşaredar Bucak, piştî axaftinê, pêşangeha wêneyan a ku di çarçoveya Foruma Avê ya Mezopotamyayê de hatibû vekirin, geriya.

 

Image Gallery