Bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Kayapinarê, konsera Koma Amed ku piştî 30 salan li Amedê, li Qada Newrozê derket ser dikê, bi coşeke mezin dest pê kir.
Bi mazûvaniya Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Kayapinarê, konsera Koma Amedê ya li Qada Newrozê dest pê kir. Kom, ku di salên 1990’an de bi şiroveya xwe ya orîjînal a li ser muzîka Kurdî di bîra çand û hunerê Kurd de cihekî girîng girt, piştî 30 salan bi beşdariya bi sedan hezar kesan li Amedê konserek bi coş dide.
Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, hevşaredarên şaredariyên navçeyan, parlamenter, hunermend û bi sedan hezar evîndarên muzîkê yên ji hundir û derveyî welat beşdarî konserê bûn.
Beriya konserê, peyamên dîtbarî yên hunermend Şivan Perwer, Xelîl Xemgîn û muzîkjenên Kurd, her wiha peyamên Hevşaredarê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçuk Mizrakli ku li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye û Hevserokê Berê yê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demirtaş şandibûn, li ser ekranê hatin nîşandan.
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, her wiha Hevşaredarên Şaredariya Kayapinarê Berivan Gulşen Sincar û Cengiz Dundar derketin ser dikê û silav dan gel.
Hevşaredar Bucak: Bila konser bibe wesîleya aştî û azadiyê
Bernameya konserê, bi çepik û tîlîliyên bi sedan hezar welatiyan û bi silavdana Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak dest pê kir. Hevşaredar Bucak ku silav da beşdarên ji hundir û derveyî welat, wiha axivî:
“Hûn bi xêr hatin, li ser serê me, li ser çavê me hatin. Îro mêvanê me Koma Amed e. Piştî 30 salan li mala xwe, li axa xwe ye. Pîroz be hatina we, gelê me yê bi rûmet ev hesret li Qada Newrozê bi dawî bû. Em dixwazin hesreta tevahiya gelê Kurd, hesreta dayikan bi dawî bibe; bibe wesîleya demokrasiyê, yekîtiyê û aştiyê. Bila ev konser bibe wesîleya daxwaza aştiyê û daxwaza azadiyê ya gelê Kurd. Ciwan, jin, gelê me, ji bo ku hûn hatin em spasiya we dikin. Ji bo vê konsera bi coş û kedê spasiya xebatkarên Şaredariya Kayapinar û Şaredariya Bajarê Mezin û rêxistina Sanatça dikin. Em pir bi heyecan in, ez dibînim sebra we jî nemaye, hêvîdar im îşev bibe konserek xweş û bi coş. Ez we bi rêz û hezkirin hembêz dikim. Her bijî Amed.”
Piştî axaftinan, endamên komê bi Kurmancî û Zazakî silav dan bi sedan hezar beşdarên konserê.
Konser bi strana Koma Amed a bi navê "Amediyê" dest pê kir û didome û bi stranên komê yên her yek ji yekî xweştir bi dawî bû.
