Dîmenine ji Konsera Koma Amed

Bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Kayapinarê, konsera Koma Amedê ya li Qada Newrozê bi dawî bû.

Kom, ku di salên 1990’an de bi şiroveya xwe ya orîjînal a li ser muzîka Kurdî di bîra çand û hunerê Kurd de cihekî girîng girt, piştî 30 salan bi beşdariya bi sedan hezar kesan li Amedê konserek bi coş da.

Dema Koma Amed dengê berxwedan û hêviyê yê salên 90'î ji nû ve anî bajêr, vê carê Qada Newrozê bû cihê hevdîtina bîr, hesret û coşê. Dema dengê bi sedan hezaran di stranên Koma Amed de hat gel hev, wêne û dîmenên li qadê hatin kişandin, bûn şahidê hesreta 30 salan.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30