22 hezar ton asfalt li 3 kolanên Kayapinarê hate dakirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Kayapinarê li ser 3 kolanên bi tevahî 4,9 kîlometre dirêjahiya wan - Kolanên Kayapinar, Mesut Yilmaz û Mastfiroş - 22 hezar ton asfalta germ dakir û xist ber xizmeta gel.

Serokatiya Daîreya Lênihêrîn Rê û Kordînasyona Binesaziyê, xebatên çêkirin, lênihêrîn, tamîrkirin û başkirina rêyan ku li navenda bajêr dimeşîne, didomîne. Di çarçoveya xebatan de, rêtima asfaltê li Kolana Kayapinar a 2,5 kîlometre, Kolana Mesut Yilmaz a 1,2 kîlometre û Kolana Mastfiroş a 1,2 kîlometre dirêjahiya wan, bi dawî bû. Tîman bi giştî li sê kolanên bi tevahî 4,9 kîlometre, 22 hezar ton asfalta germ rêtin.

Kolanên ku asfaltkirin dê li wan bidome

Di çarçoveya bernameya asfaltkirinê de, xebat dê li van kolanan bidomin: Kolana Musa Anter, Kolana Nazim Hikmet, Kolana Abdulkadir Aksu, Kolana Jiyan, Kolana Baba Tahir, Kolana Bedri Ayselî û Kolana Talaytepê.

Xebatên li Bulvara Firatê didomin

Xebatên ku ji bo rakirina xerabûnên bi demê re çêbûne û temamkirina kêmasiyan li beşa Bulvara Firatê ya nêzîkî 1,2 kîlometre ya di navbera Rêya Derdorê û Stadyûmê de hatine destpêkirin, didomin. Tîmên ku beşek ji karên dagirtina kevir bi dawî kirine, dest bi rokirina asfaltê li ser rê kirine. Herwiha li herêmê dê xebatên peyzaj û rêkûpêkkirinê jî bên kirin.

Rêya nexweşxaneya bajêr ji bo asfaltê tê amadekirin

Li Kayapinarê, di çarçoveya xebatên ku bi mebesta hêsankirina gihîştina Nexweşxaneya Bajêr û cihên niştecihbûnê yên nû ku bi avakirina rêyeke nû ya 6,8 kîlometre didomin, tîm karên kolandin û dagirtina kevir didomînin. Piştî qedandina van karan, dê rê ji bo rêkirina asfalta germ amade bibe.

 

Image Gallery