Testa hepatîtê tevlî xizmetên tenduristiya giştî ya parastinê kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku li navenda bajêr û li taxên gundewarî xizmeta tenduristiyê dide 10 hezar kesan, testa hepatîtê jî xistiye nav xizmeta xwe ya tenduristiya gel a agahdarî û pêşîlêgirtinê.

Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ji bo bi awayekî bibandor xizmetên tenduristiya gel a parastin û pêşîlêgirtinê bimeşîne, xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de tîmên Navenda Tenduristiyê yên girêdayî Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, li 13 navçeyên gundewarî û her wiha li navenda bajêr xizmeta tenduristiyê ya agahdarî û pêşîlêgirtinê pêşkêşî welatiyan dikin.

Tîmên ku tansiyona welatiyan kontrol dikin, şekirê xwînê dipîvin û koma xwîna wan diyar dikin, her wiha welatiyên ku nexweşiyên wan hatine tespîtkirin, dişînin navendên tenduristiyê yên pêwendîdar.

10 hezar welatî hatin kontrola tenduristiyê

Di çarçoveya xizmeta hekîmtiya parastinê de, tîmên Navenda Tenduristiyê ji Cotmeha 2024’an ve li 42 taxan nêzî 10 hezar welatî xistin kontrola tenduristiyê.

Welatî bi perwerdehiyan tên agahdarkirin

Ji bo welatî bi taybetî li taxên gundewarî bi hêsanî bigihîjin xizmetên tenduristiyê, tîm li gel karên li navenda bajêr dikin, pîvandina endeksa giraniya laş, testa ducaniyê, pîvandina dirêjî û giraniya zarokan û kontrolên tenduristiya dev û diranan jî dikin. Her wiha tîm li cihên ku diçinê bernameyên perwerdehiya tenduristiyê li dar dixin û welatiyan li ser mijarên tenduristiyê agahdar dikin.

Tîmên Tenduristiyê testên Hepatîtê jî li xizmetên xwe zêde kirin

Tîmên ku testa hepatîtê jî li xebatên xwe zêde kirin, qada xizmetên xwe hinekî din berfireh kirin. Bi ceribandinên ku tên kirin, nexweşiya ku bi iltîhaba kezebê derdikeve, dikare zû bê teşxîskirin û pêşveçûna wê bê astengkirin.

Ji zarokan re seta lênêrîna dev û diranan hate diyarîkirin

Li Taxa Kanîspî ya navçeya Çinarê, tîmên ku kontrola tenduristiyê û testên hepatîtê kirin, paşê ji zarokên ku beşdarî perwerdehiya tenduristiya dev û diranan bûn re balon belav kirin. Hevşaredara Çinarê Semra Akyuz û Serokê Daîreya Karên Tenduristiyê Vahap Saçakli ku beşdarî bernameyê bûn, guh dan pirsgirêkên welatiyan û seta lênêrîna dev û diranan diyarî zarokan kirin.

‘Xebatên me bê navber didomin’

Serokê Daîreya Karên Tenduristiyê Vahap Saçakli der barê xebatan de agahî da û got, weke Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê di çarçoveya hekîmtiya parastinê de xebatên xwe yên parastina tenduristiya gel û bilindkirina hişmendiya gel didomînin. Saçakli da zanîn ku ew perwerdehiyên hişyariyê yên li ser penceşêra pêsîr û malzarokê yên ji bo tenduristiya jinan jî didomînin û got, “Li gel vê, perwerdehiyên li ser diyabet, HIV, AIDS, xurî û qelewbûnê jî didomin. Her wiha hevalên me li qadan şekir, tansiyon, pîvandina xwînê û testên koma xwînê dikin.”

‘Me bi testên Hepatîtê qada xizmeta xwe berfireh kir’

Saçakli destnîşan kir ku wan testên hepatîtê jî li qada xebatên xwe zêde kirine û wiha axivî: “Ji îro pê ve, me testên hepatîtê jî li qada xebatên xwe zêde kirin û qada xizmetên xwe hinekî din berfireh kirin. Hepatît nexweşiyek e ku bi iltîhaba kezebê derdikeve. Bi gelemperî bi vîrusan, bikaranîna alkolê, hin dermanan an jî toksînan pêş dikeve. Ji bo teşxîsa zû û tedawiyê, em ewil testên xwe dikin, heke pozîtîf derkeve jî em welatiyên xwe dişînin ba doktor.”

'Me xizmet da 10 hezar welatiyan'

Saçakli anî ziman ku heta niha nêzî 10 hezar welatî xizmeta tenduristiyê wergirtine û di dawiyê de got: “Heta niha me di çarçoveya hekîmtiya parastinê de li 42 taxan nêzî 10 hezar welatiyan xizmet da. Weke Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê em ê di warê hekîmtiya parastinê de li cem welatiyên xwe bin.”

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30