8 saziyên herêmî ji bo hilberîna hevpar a jinan li 5 navçeyan mandira ava dikin

Di demekê de ku jin ji hilberînê têne dûrxistin û keda wan nayê dîtin, ji bo jin wekî berhemdarên sereke yên jiyana aborî vegerin pêvajoyên hilberînê, pêngavek girîng hate avêtin. Protokola hevkariyê ji bo Projeya Avakirina Tesîsa Mandirayê hate îmzekirin, ku armanca wê xurtkirina hilberîna herêmî, aşkerekirina keda jinan û tevlêkirina jinan di pêvajoyên aborî de ye.

Ev protokol bi beşdariya hevşaredarên Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GABB), Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û hevşaredarên navçeyên Pasûr, Farqîn, Hêne, Pîran, serokê şaredariya Gêlê, serokên meclîs û rêveberiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û rayedar û pisporên saziyan hate îmzekirin.

Bi hevkariya 8 saziyan, mandira ji bo hilberîna jinan tên avakirin

Li gorî protokolê, dê di nava sê salan de, bi hevkariya heşt saziyan, li pênc navçeyan ji bo hilberîna hevpar a jinan mandira bên avakirin.

Amed di warê hebûna pez û dewarên biçûk de li Tirkiyeyê di rêza 4emîn de ye. Hilberîna berhemên şîr ên li ser bingehê ajalvaniya biçûk li navçeyên gundî hîn jî çavkaniyeke girîng a debara jiyanê ye. Lê belê, ji ber pirsgirêkên mîna kêmkirina mêrgan û zehmetiyên aborî, ajalvaniya biçûk ber bi kêmbûnê ve diçe. Parastina berhemên şîr ên kevneşopî yên Amedê, ku taybetmendiyên xwe yên bîhnxweş ji şîrê heywanên mêrgê digirin, gelekî girîng e.

Keda jinan a dîrokî dê bibe marka

Îro zêdetirî ji sedî 50’yê hilberîna penîr a li bajêr, ji aliyê jinan ve tê kirin û li bazarên herêmî tê firotin. Lê belê, keda jinan a di vê hilberînê de têra xwe nayê dîtin, û zanîn û hunerên kevneşopî yên ku ji nifş bi nifş hatine veguhestin, di bin xetera windabûnê de ne.

Armanca Projeyê:

Bi vê projeyê re, tê plankirin ku li navçeyên gundî yên ku ajalvaniya biçûk lê zêde ye, bi pêşengiya jinan tesîsên mandirayê bên avakirin.

Tê xwestin ku hilberîna penîrê ya ku jin li malên xwe dikin, li gorî standardên diyarkirî û bi rêbazên kevneşopî li mandirayan were kirin, û berhem berî her tiştî li bazarên herêmî, paşê jî li bazarên cuda bên pêşkêşkirin.

Modela aboriya demokratîk a piştevanî

Ev proje dê wekî mînakek berbiçav a modela aboriya demokratîk a piştevanî were pêkanîn, ku tê de jin di pêvajoyên hilberînê de xwediyê gotin, biryar û mafên wekhev bin, û li dijî xizaniya jinan bisekinin. Tê xwestin ku jin bi hêza xwe ya hilberînê vegerin navenda çerxa aborî, û bi rêya kooperatîfên jinan bi hev re hilberînê bikin, di şert û mercên hilberînê yên çêtir de dahatek adil bi dest bixin û jiyana xwe bi awayekî azad ava bikin.

Pêvajoya kar: Tespîtkirin, projekirin û piştgirî

DTSO dê li pênc navçeyên gundî xebata qadê bimeşîne da ku cihên ku hilberîna pez û penîrî lê zêde ye, û rêbazên kevneşopî lê hene, tespît bike. Piştre, dê kapasîteya hilberîna şîr a her navçeyê were lêkolînkirin û raporên fizîbilîteyê yên mandirayê werin amadekirin.

Şaredariyên Navçeyan dê avahiyên guncaw diyar bikin û destûrên pêwîst temam bikin. Her wiha dê berpirsiyarê temînkirina makîne û alavên ku di mandirayan de bên bikaranîn bin, û tesîsan ji bo hilberînerên jin amade bikin.

Şaredariya Bajarê Mezin dê li cihên hatine tespîtkirin, projekirina tesîsên mandirayê bigire ser xwe. Her wiha dê ji bo berhevkirin û veguhestina şîr wesayîtên zincîra sar peyda bike.

Armanca Serekî bi hevkariya Bajarê Mezin, şaredariyên navçeyan û DTSO'yê, di bin koordînasyona GABB'ê de, tê xwestin ku hilberîna gundî were parastin û mayîndebûn were misogerkirin.

Bi vê projeyê, berhemên şîr û penîr ên bi keda jinan hatine hilberandin, dê bi markaya kooperatîfên jinan ji bazarên herêmî ber bi bazarên neteweyî ve herin, û ev çîroka hilberînê ya ku li gund dest pê kiriye, dê bibe sembola veguherîna civakî bi rêya aboriyeke azadiyê ya ku bi hevgirtina jinan mezin dibe.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30