Hevşaredar Bucak beşdarî daxuyaniya 25’ê Mijdarê bû

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, tev li daxuyaniya ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta li Ser Jinan de li ber DÎKASUMê hat lidarxistin, bû.

Rêxistinên jinan ji ber 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta li Ser Jinan, li ber Navenda Lêkolîn û Sepandina Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DÎKASUM) ya li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê, daxuyanîyek da.

Daxuyanî bi dirûşma "Ber bi civakeke demokratîk ve, ber bi jiyaneke azad û bêşîdet" hat lidarxistin. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevberdevka Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan, hevşaredarên navçeyan, Alîkara Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Zerîn Turk, Hevşaredara DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, nûnerên jin ên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî vê daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jin di çarçoveyeke berfireh de, ji şîdeta nav malê heta pirsgirêka bêcezatiyê, rastî şîdeta sîstematîk tên. Hat gotin, "Deng û gotina me li dijî xizanî, tacîz, tecawiz, şîdet û qetlîaman mezin bû û gihîşt îro. Me nirxên xwe yên civakî di sînga xwe de hilgirtin û meşiyan. Heta cîhaneke wekhev, bêşîdet û bêîstîsmar were avakirin, têkoşîna jinan dê geş û gurr bibe."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30