Hevşaredar Bucak, li Hezroyê bi muxtaran re civiya

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li Hezroyê bi muxtaran re civiya û guh da pirsgirêk û daxwazên wan.

Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Bi Gel Re a Şaredariya Bajarê Mezin, li 17 navçeyên bajêr ji bo zêdekirina beşdarîbûnê û ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmî bi hev re kar bikin, bernameya hevdîtinên muxtaran didomîne. Di vê çarçoveyê de Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, li navçeya Hezroyê bi muxtarên taxan re hat cem hev.

Ji bilî Hevşaredar Bucak, endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin (DBB) Hacer Kurt û Mahmut Yokuş, endamên Meclisa Şaredariya Hezroyê Berfîn Buldi û Fahrî Kaplama, serokên daîreyan, xebatkarên DÎSKÎ û rêveberên navçeyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî beşdarî civîna muxtaran bûn.

Hevşaredar Bucak: Divê em avê biparêzin

Hevşaredar Bucak di civînê de axivî, silav da muxtaran û destnîşan kir ku ew ji pirsgirêkên rê, kanalîzasyon û avê yên navçeyê haydar in. Bucak destnîşan kir ku rêyên nav taxan ên ku muxtaran anîne ziman ne di berpirsiyariya Şaredariya Bajarê Mezin de ne û got, “Em naxwazin hincetekê derxin, nêzî 2 salan e ku em li ser wezîfeyê ne; rêyên komik ên Hezroyê di berpirsiyariya me de ne, lê belê rêyên parke û nav gundan ne di qada desthilatdariya şaredariya me de ne.”

Hevşaredar Bucak anî ziman ku DÎSKÎ ji Çile heta Îlonê 919 hezar metrekup av daye Hezroyê, lê mîqdara fatûrekirî 248 hezar e û bal kişand ser girîngiya parastina avê.

'Eger pêwîst be em ê zêdetir werin ba we'

Hevşaredar Bucak bal kişand ser girîngiya yekîtî û piştgiriyê û got, "Me hemû pirsgirêk nivîsandin, we got salê carekê civîn têrê nake. Em ê vê li ber çavan bigirin, eger pêwîst be em ê zêdetir werin ba we. Gelek spas dikin ku hûn hatin.”

Daxwazên muxtaran

Muxtaran jî di civînê de daxwaz kirin ku danasîna berhemên çandiniyê yên ku li navçeyê tên hilberandin bê zêdekirin, pirsgirêkên rê, av û binesaziyê bên çareserkirin, ji bo gihandina ciwanan bo qadên sporê stadyûmek bê çêkirin û goristan bên başkirin.

'Yekîneyên têkildar dê xebatên pêwîst bidomînin'

Hevşaredar Bucak, hemû daxwaz û pirsgirêkên ku muxtaran anîne ziman, nivîsandin û diyar kir ku yekîneyên têkildar dê xebatên pêwîst bidomînin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30