Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, di civîna muxtaran a Çunguşê de axivî û got, di mijara xizmetê de bi awayekî wekhev nêzî hemû navçeyan dibin û bi qasî hêza wan pirsgirêkên taxên gundewarî wê çareser bikin.
Civînên muxtaran ên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Bi Gel Re a Şaredariya Bajarê Mezin ve bi armanca zêdekirina beşdariya di rêveberiya bajêr de, tespîtkirina pêwîstiyên taxan û hilberandina çareseriyê tên lidarxistin, li navçeya Çunguşê berdewam kir. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Denîz Yalçin û Rahmî Gok, serokên daîreyan û muxtarên taxan ên navçeyê beşdarî civîna ku li qehwexaneyeke Taxa Camîîsukê hat lidarxistin, bûn.
Hevşaredar Hatun: Em dixwazin bi hemû yekîneyan re pirsgirêkan çareser bikin
Hevşaredar Hatun di civînê de axivî û destnîşan kir ku ew dixwazin hemû pirsgirêkên 17 navçeyan bi hemû yekîneyan re bi awayekî wekhev, rast û ku gel tê de rehet be, çareser bikin û got: "Îro em ê li vir mafê axaftinê bidin we. Çi pirsgirêk, çi zehmetî, çi rexneyên we hebin hemûyan bibêjin. Li vir hemû hevalên me, her yekîneyek wê notên xwe yên têkildarî xwe bigire. Endamên meclîsa me li vir in, komîsyona me ya têkiliyên gel li vir e. Em dixwazin guh bidin we. Ji ber vê yekê em ê zêde neaxivin. Em dixwazin îro dora axaftinê ya we be."
‘Em piştevaniya pozîtîf dixwazin’
Hevşaredar Hatun bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha axivî: "Pêvajoyekê dest pê kir, giraniya wê jî hinekî heye. Em hêvî dikin ku ev pêvajo bibe pêvajoyeke ku ji bo hemû gelan bibe aştiyeke bi rûmet. Bila welatek be ku hemû mirov karibin bi aştiyê, bi rûmet, bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi aboriya xwe li ser axa xwe bijîn."
Hevşaredar Hatun bal kişand ser geşepêdana bajêr û got: "Di warê aborî de li vir qet pêş neket. Ji ber vê yekê em ji bo gelê xwe piştevaniya pozîtîf dixwazin. Dema hûn diçin rojavayê welat, li bajarê her kesî veberhênanên cidî hatine kirin, binesaziyên wan hatine xurtkirin, veberhênan hatine kirin ku civak di asta koçberiyê de pirsgirêkê najî. Lê yên me her tim ji bo xala dawî hatine hiştin. Em hêvî dikin ku ev newekheviya dahatê jî bi vê pêvajoya aştiyê re êdî qet neyê jiyîn û bi dawî bibe. Em li ser vê cografyayê û li ser hemû cografyayan cîhaneke, welatekî, bajarekî, navçeyekî bê şer û pevçûn dixwazin."
‘Jin serketîtir in’
Hevşaredar Hatun rexne li ser nebûna muxtara jin li Çunguşê kir û got: "Rêya jinan vekin. Jin serketîtir in, baştir çareserkerên pirsgirêkan in. Û di warê çareserkirina pirsgirêkan de jî ji mêran serketîtir in. Vê mijarê hinekî li gundan nîqaş bikin."
Daxwaza tesîsa civakî
Muxtaran jî daxwazên xwe yên rê, av, binesazî, kanalîzasyon, gaza xwezayî, rêkûpêkkirina goristanan, park, veguhastin û tesîsa civakî anîn ziman.
‘Em ê pirsgirêkan çareser bikin’
Hevşaredar Hatun destnîşan kir ku ew ê bi qasî hêza xwe pirsgirêkên av û rê yên li hemû taxên gundewarî çareser bikin.
Â
