Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Samandaxê parkekê çêdike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) xebatên parka ku li navçeya Samandaxa Hatayê bi armanca piştevaniyê dabû destpêkirin, didomîne.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi Şaredariya Samandaxê re protokolek îmze kiribû ji bo ku qada hêşîn a li ser Kolana 23yê Tîrmehê ya ku di erdhejê de zirar dîtibû, were projeyîzekirin û bibe park. Di xebata ku bi armanca piştevaniyê hatiye destpêkirin de, wê di parka ku bi tevahî 1200 metrekare ye de, du qat amfî, cihên rûniştinê, hewza zuha û elementên ronahiyê hebin.

Proje bêyî zirardana darên heyî hatiye çêkirin

Piştî xebatên binesaziyê ku bêyî zirardana darên heyî hatin temamkirin, Midûriyeta Daîreya Park û Baxçeyan, di xebatên jorîn de wê dar, çîçek û cûreyên kulîlkan ku li gorî avhewaya Samandaxê ne, li cihên diyarkirî di axê daçikîne.

Di demeke kurt de wê temam bibe

Midûriyeta Daîreya Park û Baxçeyan, armanc dike ku xebatên jorîn jî di demeke kurt de li qada hêşîn a ku xebatên binesaziya wê temam bûne, bi encam bike.

Dema ku parka ku wê li yek ji kolanên herî qelebalix ên navçeyê were çêkirin, temam bibe, welatî wê bigihîjin cihekî hêşîn ku tê de vehesin û bêhna xwe vedin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30