Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, navenda Etûdê ya Sûr Akademiyê vekirin, ku xwendekarên amadehiyê yên lîse û zanîngehê li Sûrê dikarin belaş û bi kalîte piştgiriya perwerdeyê jê werbigirin. Hevşaredar Bucak di vekirinê de got ku divê akademî wekî saziyek demokratîk, dadmend û wekhevîxwaz were dîtin.
Navenda Etûdê ya Sûr Akademiyê, ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hatibû destpêkirin ji bo xwendekarên amadehiya lîse û zanîngehê perwerdeya belaş bistînin, kete ber xizmeta xwendekaran. Di merasîma vekirina akademiyê de Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredarên Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan, endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin, Sekreterê Giştî yê DBB Emrullah Gorduk, Alîkarên Sekreterê Giştî Zerîn Turk û Emrah Erdal, serokên daîreyan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û xwendekarên ku ji navendê sûd werdigirin amade bûn.
Hevşaredaran û yên li gel wan bi xwendekaran re rîbon birrîn û akademî vekirin. Li vir Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak axivî û got ku ev avahî di dema hilbijartina wan de jî di bin sîwana şaredariyê de bû, lê hundirê wê nûjenî derbas kiriye û ji bo ku naveroka perwerdeyê dîsa bi feyde bibe, hatiye revîzekirin.
'Ji 250 xwendekaran 370 keç in'
Hevşaredar Bucak anî ziman ku vekirina navendê ji bo wan cihê kêfxweşiyê ye û wiha got: “Di heman demê de, vekirina cihekî weha li Sûrê ji bo me gelek girîng e. 370 xwendekar di navenda me de hene. Ji 370 hevalên ku temenê wan yê navîn 18 e, 250 ji wan xwendekarên jin in. Em her tim diparêzin ku divê jin li her derê, di her warî de; di perwerdeyê de, îstihdamê de, jiyana kamûyî de, siyasetê de, û di her qonaxa jiyana civakî de hebin.”
'Li Sûrê heta ku jin hene, jiyan wê hebe'
Hevşaredar Bucak di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşa ku van rojên dawî li Sûrê ji aliyê komekê ve li ser mala 3 jinan hatibû kirin û got: “Em vê li vî bajarî naxwazin. Em vê di nava Sûrê de naxwazin. Em qebûl nakin ku şêwazeke jiyanê ji aliyê şêwazeke jiyanê û îdeolojiyeke din ve were tepisandin û tehdîtkirin. Em parastina serxwebûn, azadî û li ser lingên xwe mayîna hevalên me yên jin dikin. Em di wê baweriyê de ne ku heta jinên ku li Sûrê dijîn hebin, li Sûrê wê jiyan hebe.”
'Wê wekî saziyeke demokratîk, dadmend û wekhevîxwaz bibînin'
Hevşaredar Bucak ji xwendekarên jin ên ku tên Sûr Akademiyê xwest ku xwedî li saziyê derkevin û axaftina xwe wiha domand: “Bi nêrîneke azadîxwaziya jinê û civakê xwedî li vir derkevin. Bi nêrîneke wekhev û dadmend xwedî li vir derkevin. Û vê derê ji bo hemû hevalên xwe wekî saziyeke demokratîk, dadmend, wekhevîxwaz bibînin. Bi rêxistinkirina hev, bi civakê re, di cihekî ku her dem hebûna wekhev a jin û mêr temsîl dike de bin. Daxwaza me ji hevalên mêr jî, di serî de ji hevalên jin, ew e ku îfadeya vê derê wekî saziyek bi têgihiştineke demokratîk pêş ve diçe, deynin.”
Hevşaredar Bucak, axaftina xwe bi serkeftin xwestin ji bo hemû ciwanên ku li navendê piştgiriya perwerdeyê digirin û beşdarî ezmûnan dibin, bi dawî kir.
Piştî axaftinan, hevşaredaran li avahiya ku ji 4 qatan pêk tê geriyan û ji berpirsiyaran agahî girtin.
Navenda Etûdê çawa piştgiriya perwerdeyê dide ciwanan?
Navenda Etûdê ya Akademi Sur, ku di bin Saziya Şaxa Perwerdehiya Ciwanan a Midûriyeta Daîreya Xizmetên Civakî de bi têgihiştina perwerdehiya wekhev, bi kalîte û belaş dixebite, dest bi çalakiyên perwerdehî-hîndekariyê kir.
Di navendê de ku bi giştî 370 xwendekar perwerde dibin, 250 ji xwendekaran jin in. Li saziyê ku pêşî hewcedarên alîkariyê yên ciwan perwerde dibin, ders ji aliyê kadroyeke berfireh û beşdar ve têne dayîn.
Navenda ku di avahiya çar qatî de xizmetê dike, bi 9 dersxane, odeyên etûdê, polê înformatîkê û kafeya pirtûkan ku xwendekar dikarin jê sûd werbigirin hatiye xemilandin. Her wiha qata ser banê (teras) avahiyê jî wekî jîngeheke ku xwendekar dikarin bêhna xwe vedin û civakî bibin hatiye bikaranîn.
