Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo bîranîna kesên ku di êrîşa bombeyî ya di mîtînga hilbijartinê ya 5’ê Hezîrana 2015’an de li Amedê jiyana xwe ji dest dan, xebatên çêkirina rêça bîrê û abîdeyên bîrê da destpêkirin.
Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî, ji bo bîranîna kesên ku di êrîşa li ser mîtînga hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya 5'ê Hezîrana 2015'an de li Qada Îstasyonê ya Amedê jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, ji bîr nebin, abîde û rêça bîrê pêk tîne. Di vê çarçoveyê de bi malbatên kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan, birîndar û hunermendan re civînek hat lidarxistin.
Di civîna ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê ji aliyê Seroka Daîreya Çand û Karûbarên Civakî Zeynep Yaş ve hatibû birêvebirin de, ji bilî malbatan gelek hunermendên hunerên plastîk û peykersaz, kurator, endamên çandî yên meclîsê, Midûriyeta Şaxa Projeyê û programerên înformatîk ên ji Daîreya Ragihandinê beşdar bûn. Di hevdîtinê de ji bo ku fikra bîrname û abîdeyên ku wê li cihên bîrê yên Amedê bên çêkirin di çarçoveyeke hunerî de bêne kirin, danûstandina ramanan hat kirin.
Di civînê de biryar hat girtin ku ji bo abîdeyan banga hunermendan were kirin. Projeyên pêşerojê jî wê ji aliyê desteyeke hilbijartinê ya ku ji hunermend û malbatan pêk tê ve bêne nirxandin û biryar were dayîn.
Â
