Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî merasîma avêtina pişkê bûn, ku wê cihên esnafan ên di bazarên taxan ên ku wê li navçeya Sûrê werin damezrandin, were diyarkirin.
Şaredariya Sûrê ji bo esnafên ku wê di bazarên taxan ên ku li navçeyê werin damezrandin de cih bigirin, merasîmeke avêtina pişkê li dar xist. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevberdevkên Meclîsa DBB Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, Hevşaredarên Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan û gelek esnaf beşdarî merasîma avêtina pişkê ya ku li Salona Civînan a Meclîsa Şaredariya Sûrê pêk hat, bûn.
Bi avêtina pişkê re, cihên ku esnaf wê di bazarên taxan de cih bigirin, ku wê di rojên diyarkirî yên hefteyê de li Kolana Parka Anzelê, kêleka Avahiya Meclîsa Kevn, Kolana Paşî ya Midûriyeta Çandê, Kolana Bitpazarê ya Kevn, li ber Mizgefta Nîzamettîn Can û li ser Kolana Terkanê werin damezrandin, hatin diyarkirin.
Â
