Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku hişmendiya der barê wekheviya zayendî ya civakî de çêbibe, ji şofêrên otobusan re perwerdeya sê rojan a bi navê “Wekheviya Zayendî ya Civakî û Ragihandina bi Komên Bi Dezavantaj re” dide.
Midûriyeta Daîreya Veguhastinê, ji bo zêdekirina hişmendiya li ser newekheviya zayendî ya civakî, ji 560 şofêrên veguhastina giştî yên di bin sîwana daîreyê de dixebitin re, perwerdehiya der barê “Wekheviya Zayendî ya Civakî û Ragihandina bi Komên Bi Dezavantaj re” dide. Perwerdehiya ku li Salona Meclîsê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) tê lidarxistin, ji aliyê perwerdekar Handan Coşkun ve tê dayîn. Bernameya perwerdehiyê ya ku wê sê rojan bidome û heya 7'ê Mijdarê bi rûniştinên sibeh û piştî nîvroyê pêk were, wê bi şeş rûniştinan were lidarxistin.
Hewl tê dayîn ku bi perwerdeyê hişmendî çêbibe
Perwerdehiya ku tê de wekheviya zayendî ya civakî û ragihandina bi komên dezavantajdar re tên gotûbêjkirin, bi şofêran re bi awayekî înteraktîf pêk tê. Armanca perwerdehiya ku ji bo çêkirina hişmendiya der barê wekheviya zayendî ya civakî de tê lidarxistin, ew e ku der barê ragihandina bi jin, zarok, kal û pîr û astengdaran re hişmendî çêbibe.
Bal dikişînin ku perwerde parêzvan û pêşîlêgir bin
Her wiha, dema sernavên perwerdehiyan tên plankirin, bal tê kişandin ku perwerdehî parêzvan û pêşîlêgir bin û guhertin û hişmendî çêbibe.
Perwerdehî, wê piştî rûniştina şeşan a ku wê roja Înê piştî nîvroyê pêk were, bi dawî bibe.
