Hevşaredar beşdarî vekirina 'Cihê Firotanê yê Çerçî' bûn

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî merasîma vekirina “Cihê Firotanê yê Çerçî” bûn.

Kooperatîfa Jinan a Key Ma, ku di çarçoveya Navenda Înovasyonê ya Gastro ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) de ye, "Cihê Firotanê yê Çerçî" ya ku tê de berhemên bi keda jinan hatine hilberandin têne firotin, bi merasîmekê vekir.

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevberdevkên Meclîsa DBB Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, hevşaredarên şaredariyên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî vekirina li Navenda Înovasyonê ya Gastro bûn.

Di axaftinên vekirinê de, bal kişandin ser xuyabarkirina keda jinan û girîngiya piştevaniyê. Piştî axaftinan, rîbon hate birrîn û “Cihê Firotanê yê Çerçî” ket ber xizmetê.

Berhemên ku ji aliyê jinên hilberîner ve hatibûn amadekirin, wek xwarinên herêmî û xwarinên pincêr, zivistanî, çandinî û ajelan, ji aliyê mêvanan ve eleqeyeke mezin dît. Hevşaredaran li Cihê Firotanê yê Çerçî geriyan û der barê berhemên bi keda jinan hatine hilberandin de agahî girtin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30