Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo tespîtkirina rîskên ku dibe bibin sedema şîdeta li ser bingeha zayendî di nav şaredariyê de an li qadên çalakiyên wê, û ji bo bidawîkirina şîdetê bi girtina tedbîran, Belgeya Helwestê ya Têkoşîna Li Dijî Şîdeta li ser Bingehê Zayendî bi yekdengî qebûl kir.
Rûniştina heştemîn a civîna Meha Mijdarê ya Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin, li avahiya xizmetê ya şaredariyê pêk hat. Di civîna ku ji aliyê Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak ve dihat rêvebirin de, endamên meclisê û endamên Meclisa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin beşdar bûn.
Hevşaredar Bucak: Belgeya Helwestê bi hevkarî hate amadekirin
Hevşaredar Serra Bucak di civîna meclisê de der barê mijarê de axivî û destnîşan kir ku belgeya helwestê bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GABB) û midûriyetên jinan ên şaredariyên navçeyan hatiye amadekirin.
Hevşaredar Bucak got, “Ev belgeya helwestê, wekî me got, belgeyeke helwestê ye ya der barê cudakarî, dûrkirin û encamên ku şîdeta li ser bingeha neheqî û newekheviya zayendî derdixe holê.”
'Belgeya Helwestê ya Têkoşîna Li Dijî Şîdetê helwesteke prensîbî ye'
Hevşaredar Bucak tekezî li ser wê yekê kir ku Belgeya Helwestê ya Têkoşîna Li Dijî Şîdetê ne belgeyeke daxwaza başiyê ye û wiha axivî:
"Divê em bêjin ku dema em îro wê ji meclisê derbas dikin, ev ne tenê daxwazeke başî, hêvî an xwestek e. Ev bêguman helwesteke ku bi niyeta baş hatiye amadekirin, lê di heman demê de helwesteke prensîbî ye. Di heman demê de, ew belgeyeke helwestê ye ku tê de paradigmayên me yên azadîxwaz ên jinan, helwesta rêveberiyên me yên herêmî û polîtîkayên me, ku têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan di qadên kamûyî, civakî û taybet de digihîne serê polîtîkayên xwe, hatiye bicihanîn û nivîsandin. Ev belgeya helwestê wê bi awayekî ku em wê bikin polîtîkayek berbiçav û şopandî, were bicihanîn. Ne tenê, wekî me got, niyeta baş e. Ev ê rê bide me ku em polîtîkayên ku vê helwestê xurt dikin, xebatên ku em ê bişopînin, mekanîzmayên şopandin, çavdêrîkirin û teqîbkirinê, hemûyan pêk bînin."
Wê li hemû qadên kar ên Şaredariyê bê bicihanîn
Hevşaredar Bûcak da zanîn ku Belgeya Helwestê, di warê cudakarî, muameleya xerab, mobbîng, şîdet û her cûre neyînî û nêzîkatiyên têkildarî van de, rêveber, xebatkar û endamên meclisê yên Şaredariya Bajarê Mezin, DÎSKÎ û alîgirên wê, her wiha hemû kargeh û şîrketên ku xizmetê didin şaredariyê, yên ku beşdarî îhaleyên rê û yên bi vî rengî dibin, yên ku dikevin qadên kar ên cuda, û hemû kargeh û fîrmayên ku ji wan mal û xizmet tên kirîn, digire nava xwe.
Ew wiha got: “Yanî di heman demê de, ev belgeyeke helwestê ye ku em ê li dijî her helwesteke cudakar, dûrxer, an jî helwesteke ku dibe sedema şîdeta li ser jinan, an jî neheqî û newekheviya zayendî derdixe holê, li hember wan kesên ku bi me re kar û xebatan dikin û bi me re dixebitin, bigirin. Ez ji niha ve ji bo Komîsyona Jinan a Meclisa me, ku wê bibe çavdêr, berdewamker û rêveberê xebatê, û her wiha ji bo Meclisa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, serkeftin û hêsaniyê dixwazim. Hêvîdar im ku ji bo bajarê me, rêveberiyên me yên herêmî û qadên kar ên me bi xêr be.”
Armanca Belgeya Helwestê
Tesîdkirina rîskên ku dibe di nav şaredariyê an li qadên çalakiyên wê de bibin sedema şîdeta li ser bingeha zayendî û bidawîkirina şîdetê bi girtina tedbîran.
Bi plankirin û bicihanîna xebatên ku wê di derbarê şîdeta li ser bingeha zayendî de guhertina zîhniyeta pêşdarazî û helwestan pêk bînin, fêmkirina rast a cudakariya li ser bingeha newekheviya zayendî pêk bînin.
Bi pêşxistina polîtîkayên pêşîlêgirtinê yên li dijî şîdeta li ser bingeha zayendî, pêşî li şîdeta li ser jinan û yên di bin rîska şîdetê de, bigirin.
Di rewşa ku kesên di çarçoveya belgeyê de dikevin ber şîdetê, mekanîzmayên ji bo pêkanîna edaleta tamîrkerî werin avakirin û şopandina karbidestiya mekanîzmayan bê kirin.
Bi girtina berpirsiyariyê li hember îhmalkariyên ku ji ber newekheviya zayendî derdikevin holê, çanda şaredariyê ya parêzvaniya mafan were afirandin, polîtîka werin hilberandin û modela şaredariya mînak were pêşandan.
Ji bo her kesê/a ku dikeve çarçoveya belgeya helwestê, derfetên gihîştina agahiyên der barê mafên piştgiriya wekheviyê de werin afirandin û bi referansgirtina pêşxistina amûrên ku gihîştina van mafan a kesan pêk bînin, ewlehiya jinan û kesên di bin şîdetê de ne, were misogerkirin.
Werger: Omer Dilsoz
