Esnafên çarşiya binerd a Ofîsê derbarê Projeya Sîstema Rêhesin de hatin agahdarkirin

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, li navçeya Yenîşehîrê bi esnafên çarşiya binerd re civiya û ew li ser pêvajoyên teknîkî û bandorên gengaz ên Projeya Sîstema Rêhesin a Sivik a ku ji bo bajêr hatiye plankirin, agahdar kir. Hevşaredar Hatun destnîşan kir ku di rewşên gengaz de dê esnaf mexdûr nebin.

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, Hevşaredarê Şaredariya Yenîşehîrê Mehmet Ergun, bi endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin re serdana esnafên çarşiya binerd a li Semta Ofîsê kirin. Hevşaredar Hatun li cihên kar geriya, bi esnafan re sohbet kir, guh da daxwaz û pêşniyarên wan, û derbarê Projeya Sîstema Rêhesin a Sivik de agahdarî da wan.

Hevşaredar Hatun: Projeya Rêhesin ji bo paşeroja bajêr girîng e

Hevşaredar Hatun di serdana esnafan de axivî, girîngiya Projeya Sîstema Rêhesin a Sivik ji bo veguhestin, konfora bajêr û paşeroja wî anî ziman, û destnîşan kir ku ew dixwazin agahdariya rast derbarê projeyê de bigihînin esnafan. Hatun amaje pê kir ku ew dixwazin projeyê li ser bingeheke rast bi encam bikin, û got ku ew dixwazin ji bo çareserkirina pirsgirêka veguhestinê bingehê projeyê bavêjin.

'Tenê li derekê kendal heye'

Hevşaredar Hatun hûrgiliyên teknîkî yên li ser rêça Projeya Sîstema Rêhesin a Sivik parve kir û anî ziman ku tenê li beşa pira li hemberî çarşiya binerd a Ofîsê kendal/meylek heye, û wiha got: "Niha di vê çîrokê de hin meseleyên teknîkî hene. Lokomotîf li gorî hêza lokomotîfên ku em ê hilbijêrin, têne dayîn. Eger li bajarekî meylek hebe, ango rampa hebe, divê hêza lokomotîfê were zêdekirin. Li cem me jî tenê li vir, li hemberî çarşiya binerd a Ofîsê, li ser pirê meylek heye. Li tu deverên din meylek tune. Ew ji bo me meselaya zêdekirina hêza motoreke ekstra ye."

'Me bi saziyan re koordînasyoneke hevpar damezirand'

Hevşaredar Hatun tekez kir ku ew bi hemî saziyên têkildarî binesaziyê re di nava koordînasyonê de dixebitin û wiha got: "Me bi hemû saziyên ku di binê erdê de lûle an kanalên wan derbas dibin re koordînasyoneke hevpar damezirand. Me rêça xwe ji hemû saziyan re vekir. Me ji hemû saziyan hevkariyeke hevpar xwest ku pirsgirêkên li ser rêçê çareser bikin, û em niha bi hemûyan re bi hev re tevdigerin. Di vî warî de tu pirsgirêkên me tune ne."

'Divê em hesabê 50 salan bikin'

Hatun bal kişand ser ku sîstema rêhesin veberhênaneke demdirêj e û wiha axivî: "Dema ku em li vir sîstemeke rêhesin çêdikin, divê em herî kêm 20 sal, 30 sal, 50 sal hesab û pîvanê bikin. Ji ber vê yekê divê hemû stûnên çarşiyê xwedî hêzek qewîm bin ku sîstemeke rêhesin bi kêmanî 20 heta 50 salan li ser wan derbas bibe."

'Ji bo budçeyê gotûbêjên me yên cidî hene'

Hevşaredar Hatun destnîşan kir ku ger çavkaniya budçeyê bibînin dê projeyê dest pê bikin û got: "Ji bo budçeyê bi saziyên navneteweyî û wezaretan re gotûbêjên me yên cidî hene. Em jî dixwazin encameke dawîn bi dest bixin. Û em bi salan e ji bo vê hewl didin. Îsal jî me Serokatiya Daîreya Sîstema Rêhesin ava kir. Me sîstemeke ku dê karên teknîkî bi awayekî profesyoneltir bi tevahî çareser bike, saz kir. Em di nuqteyek baş de ne, ne xirab e. Heger em dravî bibînin, projeya me ew qas amade ye ku em sibê dikarin dest pê bikin."

'Esnaf mexdûr nabin'

Hatun anî ziman ku di qonaxa destpêkirina projeyê de dibe ku ji bo çarşiya binerd kirîna mecbûrî bikeve rojevê, lê tekez kir ku esnaf dê neyên mexdûrkirin. Hevşaredar Hatun wiha got: "Heger em budçeyê bibînin, dibe ku ev der ji bo me pirsgirêkekê çêbike. Dibe ku em neçar bimînin ku vê derê kirîna mecbûrî bikin. Me jî ji hevalan re got, heke cihekî ku hûn dixwazin hebe, cihekî nîşanî me bidin. Ji bo ku hûn mexdûr nebin, em ê ji we re cihekî wek pasajê, avahiyekê çêbikin. Hûn ê tu carî mexdûr nebin. Em ê bi hev re li ser vê yekê bipeyivin."

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery