Bi "Çareseriya Li Cih" daxwazên welatiyan tên cih

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi xizmeta xwe ya "Çareseriya Li Cih" daxwazên welatiyan çareser dike.

Tîmên Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel, bi xebatên xwe yên li taxên navçeyên Rezan, Peyas, Yenîşehir û Sûrê, pirsgirêk û daxwazên welatiyan tomar dikin û ji wan re çareseriyê peyda dikin. Di çarçoveya van xebatan de, tîmên Yekîneya Çareseriya Li Cih, hem li taxan broşûran belav dikin û hem jî pirsgirêk û daxwazên welatiyan tomar dikin û ji bo çareseriyê ji Daîreya Serokatiyên têkildar re radigihînin.

Li qadên gilîdar dezenfektekirin hat kirin

Di vê çarçoveyê de, tîmên Çareseriya Li Cih, daxwaza welatiyên ku li Taxa Kabî ya Sûrê dijîn a derbarê dezenfektekirina li hember kêzikan de, ji Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê re ragihandin. Li ser vê yekê, tîmên yekîneya dezenfektekirinê, bi amadebûna tîmên Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel, li qadên gilîdar li hember kêzikan xebatên dezenfektekirinê pêk anîn û daxwaza welatiyan bi cih anîn.

Daxwaza konteynerên çopê yên welatiyan hat cih

Tîmên Çareseriya Li Cih, daxwaza welatiyên Taxa Fabrîka ya navçeya Yenîşehirê ya derbarê konteynerên çopê de tomar kirin û ev daxwaz ji Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê re şandin. Tîmên Midûriyeta Şaxa Parastina Jîngeh û Kolandinê û tîmên Şaredariya Yenîşehirê, konteynerên çopê yên kevin û riziyayî yên li taxê tamîr kirin, û li cihên ku pêdiviya wan bi konteynerên çopê heye jî yên nû danîn.

 'Em bi têgihîştineke çareserxwaz tevdigerin'

Derbarê xebatên xwe de, Midûra Şaxa Têkiliyên Gel Bahar Soysal agahî dan û got ku, di çarçoveya xebata meydanî de, li gor daxwazên ji welatiyan tên, tevdigerin û bi Serokatiya Daîreya têkildar re dikevin têkiliyê. Soysal destnîşan kir ku li ser daxwaza welatiyan, wan konteynerên çopê yên kevin ên li Taxa Fabrîka tamîr kirine û yên nû li cihên ku konteynerên wan tune ne danîne, û wiha pê de çû:

"Li Taxa Kabîyê jî pirsgirêka dezenfektekirinê hebû. Me ew jî çareser kir. Belavkirina broşûran dê li taxan bidome. Em ê bi fêmkirina xwe ya çareserxwaz tevbigerin û bi berdewamî bi Daîreya Serokatiyên têkildar re di têkiliyê de bin û daxwazên ji gelê me tên, bi cih bînin."

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31