Hevşaredar li Parîsê bi çalakvan û ciwanan re civiyan

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Fransayê de, bi çalakvan û xwendekaran re hatin cem hev.

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, digel Hevşaredara berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, di çarçoveya têkiliyên xwe yên li bajarê Parîsê yê Fransayê de, di paneleke ku ji aliyê Weqfa Danielle Mitterrand ve hatibû lidarxistin de, bi çalakvan û xwendekarên ku li Parîsê di warê ekolojîk û demokratîk de xebatan dimeşînin re civiyan.

Di panelê de, beşdaran ji Hevşaredaran pirsên xwe yên derbarê şaredariya gel, ka rêxistinên civaka sivîl çawa bi xebatên şaredariyê re tên hevpar kirin û geşedanên rojane yên li Tirkiyeyê pirsîn.

Hevşaredar Bucak û Hatun, li ser xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên derbarê jinan, xizmetên civakî, ekolojî û ciwanan de agahî dan û xebatên ku bi rêxistinên civaka sivîl ên têkildar re têne kirin parve kirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30