426 kîlogram berhema kevinbûyî hat jinavbirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di kontrolên xwarinê yên ku pêk anî de, dest danî ser 426 kîlogram berhema ku dîroka wê ya bikaranînê derbas bûbû û nehatibû bikaranîn, û ew jinav bir.

Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, ji bo ku gel bigihîje xwarina ewle, kontrolên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de, tîmên Kontrola Xwarinê û Zabitayê, di du rojên dawî de, li ser karên ku donera mirîşkan difiroşin, kontrol pêk anîn. Di kontrolan de, materyalên ku hatine bikaranîn, dîroka bikaranîna berheman, yekîneyên amadekirinê û hîjyena kargehê hatin kontrolkirin.

Di kontrolên hatine kirin de, dest danîn ser 426 kîlogram berhema mirîşkan a ku tenduristiya gel tehdît dikir, dîroka wê derbas bûbû û ji bo tenduristiya mirovan nehatibû bikaranîn, da ku were jinavbirin. Tîman derbarê kargehên têkildar de, proseya yasayî dest pê kirin.

 8 hezar û 178 kargeh hatin kontrolkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ewlehiya xwarinê ya gel dabîn bike, di sala 2025an de bi awayekî rêkûpêk kontrol pêk anî û perwerdeyên serkar li dar xist. Di çarçoveya xebatên perwerdeya serkar de, 24 hezar û 718 kesî perwerdeya xwarina tendurist û hîjyenê girt. Tîman, bi xebatên li qadan, 8 hezar û 178 kargeh kontrol kirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31