Di roja çaran a Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê de 12 fîlm derketin pêşberî temaşevanan. Ayşe Çetinbaş, Hilberîner û Derhênera ku Atolyeya Çêkirina Fîlmên Belgefîlm ên Serbixwe pêk anî, diyar kir ku temaşevanên Amedê bi temamî cuda ne.
3.Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê, ku bi mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi rêvebiriya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê tê lidarxistin, bi hemû coş û heyecana xwe, di roja çaran de jî bi nîşandana fîlman û xebatên atolyeyê berdewam dike.
Li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê, fîlmên wekî Iraq’s Invisible Beauty ku bedewiyên nepenî û jiyana di bin siya şer de ya Iraqê vedibêje, Baghdad Messi ku li Festîvala Fîlman a Duhokê wekî baştirîn fîlm hat hilbijartin û çîroka zarokekî ku hewl dide bi futbolê xewnên xwe zindî bihêle, û The Virgin and Child (Azib û Zarok) ku veguherîna laşê jinê di bin zextên civakî de vedibêje, ligel fîlmên kurt û belgefîlman hatin nîşandan.
Belgefîlmên Wild Summon, Damn Employer, Apneas û fîlmên kurt ên bi navê Xalko, Piyê Min, Toz Şeker, Pace, Vejîna Perperîkê û Your Touch Makes Others Invisible jî derketin pêşberî temaşevanan.
Ligel fîlman, Atolyeya Çêkirina Fîlmên Belgefîlm ên Serbixwe ya ku ji hêla Hilberîner û Derhêner Ayşe Çetinbaş ve hat lidarxistin, eleqeyek mezin dît.
'Nîşandanek bi çepikan re domdar bû'
Ayşe Çetinbaş, ku ligel Çayan Demirel, derhêneriya belgefîlmê vekirina Festîvalê Kardeş Turkuler kiriye, got ku li Diyarbekirêbûn ji bo wê xwedî wateyek taybet e. Çetinbaş bi bîr xist ku fîlm li Edeneyê, Stenbolê û Enqereyê jî hatiye nîşandan û wiha got: "Temaşevanên her derê bertekên cuda dan, lê yên Amedê bi temamî cuda bûn. Nîşandanek tijî hest, bi çepikan re domdar bû."
Çetinbaş diyar kir ku ji ber programa tijî, beşa hevpeyvînê ya fîlmê vekirinê nehat kirin, lê tevî vê yekê temaşevanan paşê xwe gihandine wê û nêrînên xwe parve kirine. Çetinbaş wiha got: "Kesên ku gotin beşa fîlmê ya derbarê Ermeniyan de pir heyecanî bû û nikaribûn hêsirên xwe bigirin, hebûn. Tam wekî ku divê li Amedê be, di atmosferayek wisa de derbas bû."
'Niha pir baş diçe'
Çetinbaş anî ziman ku yekem nîşandana festîvalê ya fîlm li Altin Koza ya Edeneyê çêbû û ev kêlî piştî xebatên dirêj ên salan, ji bo wê pir heyecanî bû. Çetinbaş wiha axivî: "Yekem nîşandana fîlmek bû ku 12 sal in em li ser dixebitin. Min texmîn kir ku min heyecan derbas kir, lê wisa nebû. Li Stenbolê, parvekirina encama bextewar bi her kesê ku di pêvajoya çêkirina fîlmê de cih girtibû re, pir xweş bû. Niha pir baş diçe. Ji vir jî dê di 14-15ê Kanûnê de li Duhokê were nîşandan."
'Min tecrûbe veguhest'
Çetinbaş got ku eleqeya ji bo Atolyeya Çêkirina Fîlmên Belgefîlm ên Serbixwe mezin bû û diyar kir ku wê çarçoveyek berfireh li ser pêvajoyên hilberîna belgefîlmên serbixwe li Tirkiyeyê pêşkêş kir. Çetinbaş got: "Min bi kurtî tecrûbeyên xwe veguhestin, wekî çi dijwariyên çêkirina belgefîlm li vî welatî hene, divê mirov bala xwe bide ser çi, çi cûre piştgirî dikarin bên wergirtin, û ligel hemû şert û mercên dijwar çawa dikare belgefîlm were çêkirin."
Çetinbaş diyar kir ku beşdarên ji komên pîşeyî yên cuda eleqe nîşan dan û got ku di nav wan de hilberînerek Îranî ku li hev-hilberînerek digeriya, xwendekar û hilberînerên fîlmên kurt hebûn. Çetinbaş wiha got: "Bi gelemperî kesên ku projeyên wan hebûn û li bersiva pirsa 'Emê çawa vê karî bikin?' digeriyan hatibûn. Min li ser fîlmên ku min heta niha hilberîneriya wan kiriye, pêşkêşî kir. Wekî hilberînera fîlmên mîna Girtîgeha Diyarbekirê ya Hejmar 5, Bakur, Benim Çocugum û belgefîlmê Kardeş Turkuler, min tecrûbeyên xwe veguhestin."
Werger: Omer Dilsoz
Â
