31 milyon tl alîkariya civakî ji bo 10 hezar û 382 welatiyan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên alîkariya civakî yên ji bo hemwelatiyên hewcedar de, di meha Kanûnê de 3 hezar TL xiste nava Karta SODES ya 10 hezar û 382 kesan û bi giştî 31 milyon û 146 hezar TL alîkarî peyda kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi rêya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, di çarçoveya xebatên xwe yên alîkariya civakî de di meha Kanûnê de dayîneke girîng pêk anî. Li kartên 10 hezar û 382 hemwelatiyên ku hatine tespîtkirin ku hewcedar in û guncaw hatine dîtin ku ji Karta SODES sûd werbigirin, ji bo her kesekî 3 hezar TL hat razandin.

Bi van dayînên hatine kirin re, di nav meha Kanûnê de giştî mîqdara alîkariyê ya ku li Kartên SODES hatiye barkirin, gihiştiye 31 milyon û 146 hezar TLyî. Armanc ev e ku bi vê alîkariyê re beşdarî peydakirina pêdiviyên bingehîn ên hemwelatiyan bibe.

Alîkarî bi têgihîştina Şaredariya Civakî didome

Şaredariya Bajarê Mezin, li gorî têgihîştina şaredariya civakî û komelparêz, armanc dike ku polîtîkayên alîkariya civakî domdar bike. Di vê çarçoveyê de, sepan(îcraya) Karta SODES, armanc dike ku piştgirî bide hemwelatiyên hewcedar ên bajêr ji aliyê aborî û civakî ve.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, li gorî armanca şaredariya civakî, dê bi biryardarî xebatên xwe yên ji bo piştgirîkirina hemwelatiyên hewcedar ên bajêr ji aliyê aborî û civakî ve bidomîne. Ev armanc bi taybetî başkirina mercên jiyanê yên hemwelatiyên hewcedar û xurtkirina mekanîzmayên alîkariya civakî dike armanc.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31