Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya 3yemîn a Amedê, ku bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin, di roja xwe ya heftemîn de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê û salonên sînemayê yên Ceylan Karavil AVM'ê rastî gelek pêşandanên fîlman hat.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya 3yemîn a Amedê, ku bi mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi rêveberiya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîrê, û bi dirûşma "Dinya bi Çîrokan re Tê Ba Hev" tê lidarxistin, di roja xwe ya 7emîn de bi beşdariyeke zêde berdewam kir. Di çarçoveya festîvalê de, li Salona Sînemayê ya 1 a Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê, tevahiya rojê fîlmên cure û dirêjahiya wan cuda hatin pêşandan. Fîlmên bi navê "Sound of Falling" a derhêner Mascha Schilinski, "Bihar" a Cemile Şahin, "Dema Pelên Gûzan Zer Dibin" a Mehmet Ali Konar û "It Was Just an Accident" a Cafer Panahî derketin pêşberî temaşevanan.
Li Salona Sînemayê ya 2 ya Çand Amedê, berhemên kurtefîlm û metrajên navîn derketin pêş. Fîlmên bi navê "Şiwênpence" yê derhêner Zanyar Muhammadinêko, "Garan" yê Mahsum Taşkin, "Sêgoşe" yê Jîno Hadî Hesen û "Mîras" yê Baran Reihani di heman salonê de hatin pêşandan. Her wiha fîlmên bi navê "Neredeyse Kesinlikle Yanlış" ê Cansu Baydar, "Gukla" yê Emine Uysal Berger û Ozgur Ceylan, "In a Drop" ê Valeria Weerasinghe û "Like a Son" ê Petra Seliskar jî derketin pêşberî temaşevanan.
Pêşandanên festîvalê yên li Salona Sînemayê ya Ceylan Karavil AVM'ê jî rastî eleqeyeke mezin hatin. Berhemên bi navê "Soil and Wings" ê derhêner Stefan Malesevic, "Sonne" yê Kurdwîn Eyûb, "Bermuda" yê Erik Warolin û "I’ll End Up in Jail" ê Alexandre Dostie di nava rojê de ji bo hezkiriyên sînemayê hatin pêşandan.
Di heman mekanî de, fîlmên bi navê "A Jaffa Orange" yê Mohammed Almughanni û "Cîran" yê Mano Khalil jî di seansên êvarê de hatin nîşandan.
Di hin pêşandanan de bi beşdariya derhêneran re sohbet hatin lidarxistin.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê, bi anîna çîrokan ji erdnîgariyên cuda li Amedê, cihêrengiya çandî û zimanê gerdûnî yê sînemayê aşkere dike.
Werger: Omer Dilsoz
Â
