Li çatrêka muharebe nûkirin ji bo kêmkirina trafîkê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi xebata ku li Çatrêka Muharebe, ango li cihê ku Bulvara Elezîz û Kolana Ofîs Gevran digihêjin hev, armanc dike ku dema rawestana welatiyan a li vê duryanê ji 100 çirkeyan daxîne 30 çirkeyan.

Serokatiya Daîreya Veguhastinê, ji bo dabînkirina veguhestineke lezgîn û ewle, xebatên xwe yên parastin, sererastkirin û baştirkirinê yên li navenda bajêr didomîne.

Di vê çarçoveyê de, Serokatiya Daîreya Veguhastinê, Serokatiya Daîreya Çêkirin û Sererastkirina Rêyan û Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan bi hev re dest bi xebatê kirin li Çatrêka Muharebe ya ku Bulvara Elezîz û Kolana Ofîs Gevran digihêje hev.

'Derbasbûna welatiyan lezgîntir dibe'

Temel Cengiz, Serokê Daîreya Veguhastinê, derbarê xebatê de agahî da û anî ziman ku wan li Çatrêka Muharebeyê ya ku Bulvara Elezîz û Kolana Ofîs Gevran lê digihîjin hev, bi planeke nû dest bi xebatê kirine.

Cengiz destnîşan kir ku armanca wan bi vê xebatê ew e ku dema rawestana welatiyan a li roniyên rêya şerî kêm bikin û got: "Ji bo vê armancê, cehên zîvirîna çepê û gobelek (navenda) navîn hatin rakirin. Bi vê yekê, em ê karibin welatî ji aliyê dema rawestana wan ve zûtir derbas bibin." 

'Dema Rawestanê ya çatrêka muharebê dadikeve'

Cengiz anî ziman ku piştî qedandina xebatê, dema rawestanê ya li rêya şerî wê ji 100 çirkeyan dakeve 30 çirkeyan. Cengiz wiha got: "Em plan dikin ku di demeke kurt de vê xebatê biqedînin. Berî niha asta xizmetê F bû, ango dema rawestana welatiyên me nêzî 100 çirkeyî bû, bi vê xebatê re wê dakeve C’yê. Yanî, em armanc dikin ku dakeve demeke wekî 30 çirkeyan. Bi vê xebatê em ê pirsgirêka qerebalixiya trafîkê ya li vê rêya şerî çareser bikin." 

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31