Welatiyê ku 4 roj bûn li Licê asê bûbû gihandin mala wî

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, welatiyekî ku ji ber barîna berfa zêde 4 roj bûn li navenda navçeya Licê asê mabû, bi silametî gihand taxa ku lê dijî.

Tîmên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan, xebatên xwe yên ji bo welatiyên ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê mexdûr bûne, bê navber didomînin. Di vê çarçoveyê de, welatiyê bi navê N.C. yê ku ji bo tedawiya zarokê xwe hatibû navenda navçeyê û ji ber girtina rêyan 4 roj bûn nekaribû vegere, gihandin Taxa Gorgûnê.

Rêya 15 kîlometreyî bi şev hat vekirin

Taxa Gorgûnê ya ku li ser sînorê Diyarbekir û Çewligê ye û bi qasî 45 kîlometreyan ji navenda Licê dûr e, rêya wê ya 15 kîlometreyî bi temamî girtî bû. Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin êvarê dest bi xebatê kirin û heta nîvê şevê bi hewldaneke mezin rê ji çûnûhatinê re vekirin.

Piştî qedandina xebatan, N.C. bi rêberiya xebatkarên Şaredariyê bi silametî gihand malbata xwe.

Xebat berdewam dikin

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin, li taxên gundewarî yên ku berf û qeşagirtin lê bi bandor e, xebatên xwe yên rêvekirin û veguhestinê bi awayekî bêrawestan didomînin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31