Ji hevşaredaran serdana têkoşîna li dijî berfê bo esnafan

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li navçeya Sûrê li ser Kolana Gaziyê esnaf ziyaret kirin. Di dema ku xebatên têkoşîna li dijî berfê li seranserê bajêr berdewam dikin, esnafan ji bo xebatan spasiya şaredariyê kir; Hevşaredaran jî bal kişand ser girîngiya piştevaniya li dijî berf û qeşagirtinê û berfîk li esnafan belav kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên ku li dijî berf û qeşagirtina hefteya borî dabû destpêkirin, bê navber didomîne. Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun, dema ku xebatên li meydanê didomiyan, li Kolana Gaziyê ya Sûrê bi esnafan re hatin cem hev.

Di vê serdanê de Hevşaredarên Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan, endamên meclîsê û serokên daîreyan jî bi Hevşaredaran re bûn.

Hevşaredaran guhdarî esnafan kir

Hevşaredaran li ser Kolana Gaziyê dikan bi dikan geriyan û guhdarî pirsgirêk, daxwaz û pêşniyarên esnafan kirin. Hevşaredaran diyar kir ku tîmên şaredariyê bi dijwarî li qadan dixebitin û destnîşan kirin ku beşdariya welatî û esnafan jî beşeke girîng a vê pêvajoyê ye.

Ji bo têkoşîna li dijî berfê piştgiriya berfîkan

Di çarçoveya serdanê de, ji bo di têkoşîna li dijî berfê de bi kar bînin, ji her esnafekî kolanê re berfîkek hat dayîn. Hevşaredaran diyar kir ku ev berfîk ji bo piştevaniyê hatine belavkirin û girîngiya tevgera hevpar a di şert û mercên awarte de anîn ziman.

Hevşaredaran bang kirin û gotin: “Tîmên me li seranserê bajêr xebatên xwe didomînin. Lê belê li cihên ku em nagihîjinê, werin em bi hev re paqij bikin, bi hev re piştgiriyê bidin hev.”

Spasiya esnafan ji bo şaredariyan

Esnafên Kolana Gaziyê jî kêfxweşiya xwe ya ji bo xebatên Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Sûrê anîn ziman. Esnafan diyar kir ku di şert û mercên giran ên hewayê de carinan dibe ku kêmûkurtî çêbibin, lê ew keda şaredariyan a li meydanê bi nirx dibînin û spasiya Hevşaredaran kirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31