Hevşaredar Bucak xebatên têkoşîna li dijî berfê li qadê koordîne kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, xebatên paqijkirina berfê, firehkirina rêyan û xwêkirinê yên ku li seranserê bajêr bêyî navber berdewam dikin, li qadê koordine kir.

Ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan, di nav koordînasyona bi şaredariyên navçeyan re xebatên xwe li seranserê bajêr didomînin; di xebatan de pêşî tê dayîn bi arterên sereke, bulvar, çatrerê û cihên ku çûnûhatina peyayan lê zêde ye.

Di vê çarçoveyê de ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin; li Bulvara Mezopotamyayê xebatên firehkirina navrefûj û çatrerêyan, li kampusa Zanîngeha Dîcleyê firehkirina rêyan, li Bulvara Elazîzê firehkirina rêyan û li navçeya Rezanê (Baxlar) jî xebatên paqijkirina peyarê û rêyan dimeşînin. Şaredariyên navçeyan jî ji bo vekirina kolanên navber û rêyên peyayan xebatên xwe didomînin.

Hevşaredar Serra Bucak, di çarçoveya xebatên ku di saetên şevê de jî berdewam dikin de, li Bulvara Mezopotamyayê, Bulvara Elazîzê û navçeya Rezanê xebatên paqijkirina peyarê û rêyan li qadê şopand. Bucak bi xebatkarên ku di xebatan de cih digirin re hat cem hev û ji bo xebatên wan ên bi fedakarî spasiya kedkaran kir.

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku qeşagirtin û sermaya ku di saetên şevê de çêdibe bandoreke neyînî li jiyana rojane ya welatiyan neke, xebatên têkoşîna li dijî berfê li ser bingeha 24/7an (şev û roj) didomînin.

Di dema xebatan de Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkarê Sekreterê Giştî Serdar Bakiroglu û serokên yekeyan ligel Hevşaredar Bucakê bûn.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31