Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî barîna berfê ji bo ku welatî karibin serdanên goristanan bi awayekî ewle pêk bînin, li goristanên seranserê bajêr xebatên têkoşîna li dijî berfê meşandin.
Piştî barîna berfê ya ku hefteya borî li tevahiya Amedê bandor kir, ji bo welatî serdanên goristanan bi ewlehî bikin, ji aliyê tîmên Midûriyeta Şaxa Goristanan a ser bi Serokatiya Daîreya Tenduristiyê ve xebatên berfireh tên meşandin.
Di vê çarçoveyê de tîman, li qadên Goristana Deriyê Mêrdînê, Goristana Yenîkoyê, Goristana Şehîdliyê, Goristana Çifte Havuzlar û Goristana Ferît Koşkê bi kepçeyên şaredariyê xebatên paqijkirina berfê pêk anîn.
Li aliyê din, ji bo pêşî li qezayên muhtemel ên ji ber qeşagirtinê bê girtin, ji aliyê tîman ve li qadên goristanan xebatên xwêkirinê jî hatin kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku welatî serdanên xwe yên goristanan di bin şert û mercên ewle de bidomînin, dê xebatên xwe bidomîne.
Werger: Omer Dilsoz
Â
