Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo qelebalixa trafîkê ya ku ji ber berf û qeşayê li hin xaçerê û rêyên krîtîk zêde bûye kêm bike, li arterên sereke xebatên paqijkirinê yên berfireh dimeşîne.
Şaredariya Bajarê Mezin, berfên ku li keviyên arterên sereke kom bûne paqij dike da ku qelebalixa trafîkê ya li hin xalên girîng kêm bibe. Tîmên Serokatiya Daîreya Çêkirin, Parastin û Tamîrkirina Rêyan; li ser zêdebûna trafîkê ya li Xaçerêya Dadxaneyê (Adliye Kavşağı), Rawestgeha Ayhan a Kolana Îstasyonê, derdora Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û Servîsa Acîl, Xaçerêya Kolorduyê, Xaçerêya Medyayê–Kolana Kayapinarê, Dîclekent–Bulvara Ahmet Arif, rêgeha Qantar–Polatlar, Xaçerêya Hayati Avşar û hêla çûyîna Şaredarî–Deriyê Çiyê dest bi xebatê kirin.
Tîm ji bo herikîna trafîkê normal bibe, li şaxên xaçerêyan xebatên paqijkirin û avêtina berfê bêyî navber didomînin. Her wiha, ji bo ku rêyên kêlekê û girêdanên din ji bo veguhastinê guncav bibin, girseyên berfê yên li keviya rêyan tên paqijkirin û bi vî rengî rê tên firehkirin.
Li Avahiyên TOKÎ yên Habeşiyê têkoşîna li dijî berfê berdewam dike
Li aliyê din, tîm li Avahiyên TOKÎ yên Habeşiyê jî xebatên paqijkirina berfê dimeşînin. Ji bo ku li qadên niştecihbûnê veguhastin neyê birîn û ewlehiya peyayan pêk bê, peyarê ji qeşayê tên paqijkirin û li dijî qeşagirtinên muhtemel xebatên xwêkirinê tên kirin.
Werger: Omer Dilsoz
Â
