Di bin sifirê de di 12 pileyan de xebata berfmalînê

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li arterên sereke yên navenda bajêr, rêyên nexweşxaneyan û li herêmên ku zêde tên bikaranîn, xebatên paqijkirina berfê û xwêkirinê bi şev û roj bê navber didomînin.

Ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan, li gel xebatên ku bi roj dimeşînin, di saetên şevê de ku germahiya hewayê di bin sifirê de 12 pile ye jî, li seranserê bajêr bi taybetî li arterên sereke û rêyên ku welatî zêde bi kar tînin, xebatên firehkirina rêyan, befirmalîn, paqijkirin û xwêkirinê pêk tînin.

Di çarçoveya xebatan de ekîb ji bo ewlehiya ajokar û peyayan dabîn bikin, bi taybetî li ser çatrerê, heraz û piran ku bi şev rîskê çêdikin, mudaxileyên pêşîn dikin. Berfa ku li ser peyayan kom bûye û qerisiye, bi kepçeyan tê rakirin û bi kamyonan dibin derveyî bajêr.

Ekîban xebatên xwe yên paqijkirina berfê û xwêkirinê li Kolana Îstasyonê, Kolana Elezîzê, Bulvara Selahedînê Eyûbî, Kolana Kayapinarê, Bulvara Dîclekentê, Kolana Hayati Avşar û Bulvara Turgut Ozal zêdetir kirin.

Li ser peyarêkan xebateke gur

Di çarçoveya xebatên têkoşîna li dijî berfê de, berfa ku li ser peyarêkan kom bûye û bûye kerecemedeke mezin, bi ekskavatorên piçûk tê paqijkirin. Di vê çarçoveyê de li Bûlvara Dîclekentê, Bûlvara Ahmet Arif, Bûlvara Firatê, Bûlvara Mezopotamyayê, Bûlvara Qamişlo, Bûlvara Selahedînê Eyûbî, Bûlvara Alî Gaffar Okkan û li ber deriyê Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê xebatên paqijkirina peyarêkan hatin kirin.

Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan, ji bo li kolan û peyarêkên ku ji berfê hatine paqijkirin pêşî li qeşagirtinê bigire, bi şev xebatên xwêkirinê dimeşîne û bi vî rengî ewlehiya çûnûhatina wesayît û peyayan dabîn dike.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31