Ji bo malbatên ku ji zivistanê berbandor bûne piştgiriya xurekê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo malbatên ku ji ber mercên giran ên zivistanê berbandor bûne, pakêtên xurekê belav kirin.

Mercên giran ên zivistanê û barîna berfê ku li Amedê bandora xwe zêde kiriye, jiyana rojane ya welatiyan bi neyînî bandor dike. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi têgihiştina şaredariya civakî, xebatên xwe yên piştgiriyê yên ji bo malên ku ji sermayê berbandor bûne didomîne.

Di vê çarçoveyê de, bi koordînasyona Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, li taxên Azîziye û Gurdoxanê ku hewcedarî lê zêde ne, pakêtên xurekê hatin belavkirin. Li gel vê yekê, ji bo zarokan jî şîr hate dayîn. Bi vê xebatê, hat armanckirin ku hewcedariyên bilez ên wan malbatên ku di gihîştina xurekan de zehmetiyê dikişînin, werin dabînkirin.

Ekîbên "Çareseriya di Cî de" yên Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên bi Gel re jî beşdarî xebatên belavkirinê bûn. Ekîban pirsgirêkên welatiyan li cihê wan tespît kirin, daxwaz û gilînameyên wan girtin û ji yekîneyên peywendîdar re şandin.

Şaredariya Bajarê Mezin, dê di seranserê mercên dijwar ên zivistanê de xebatên xwe yên piştgiriya civakî yên ji bo welatiyên hewcedar li seranserê bajêr bidomîne.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31