Di du rojan de li 10 navçeyan hezar kîlometre rêyên gundan hatin vekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di du rojên dawî de li 10 navçeyan zêdetirî hezar kîlometre rêyên taxên gundewar (gundan) ji çûnûhatinê re vekir. Di dema ku li qadê li dijî berf û qeşagirtinê xebateke gur tê meşandin, Navenda Koordînasyona Têkoşîna li Dijî Berfê hişyarî da welatiyan ku li herêmên çiyayî li hemberî rîska aşîtê baldar bin.

Li seranserê bajêr piştî barîna berfa zêde û qeşagirtinê, Şaredariya Bajarê Mezin ji bo ewlehiya veguhastinê xebatên xwe bênavber didomîne. Bi koordînasyona Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan û bi piştgiriya şaredariyên navçeyan, li 17 navçeyan xebatên berfmalîn û vekirina rêyên gundan tên kirin.

Li 10 navçeyan hezar km rê hat vekirin

Di encama xebatên ekîbên DBB’ê de di du rojan de; li navçeya navendî ya Rezanê (Baglar) 307,7 km, li Pasûrê 355 km, li Licê 31,7 km, li Hênê 3 km, li Şankuşê 20 km, li Pîranê 60 km, li Gêlê 40 km, li Çermûkê 110 km, li Erxeniyê 53 km û li Farqînê 26 km rêyên gundan hatin vekirin. Bi tevahî 1.006 kîlometre rê ji nû ve hatin vekirin.

Li gundên çiyayî têkoşîneke dijwar

Ekîb xebatên xwe bi taybetî li herêmên çiyayî di bin şert û mercên pir giran de dimeşînin. Li deverên bilind ku rêyên wan teng û kevirî ne, ekîb tevî rîska aşîtê û metirsiya gêrbûna geliyan, di nav metreyan berfê de rêyan vedikin da ku têkiliya gundiyan bi bajêr re neyê birîn.

Ekîb 24 saetan li qadê ne

Ekîb bi taybetî li herêmên bilind û li wan gundên ku rêyên wan zû bi zû tên girtin, li ser bingeha 7 roj û 24 saetan dixebitin.

Ji Navenda Koordînasyonê hişyariya aşîtê

Navenda Koordînasyona Têkoşîna li Dijî Berfê ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo rîska aşîtê  bang li welatiyên li gundên çiyayî kir. Di hişyariyê de hat destnîşankirin ku li herêmên bilind û xwar (meyildar) heta ku ne mecbûrî be kes dernekeve rê û li hemberî guherîna hewayê ya ji nişka ve baldar bin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31