Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, ji ber salvegera sêyemîn a erdhejên 6’ê Sibatê yên bi navenda Mereşê, beşdarî bernameya bîranînê ya li ber enkazê Apartmana Sozelê bûn.
Ji ber salvegera sêyemîn a erdhejên 6’ê Sibatê yên 2023’an ku navenda wan Mereş bû, li Taxa Kooperatîfan a navçeya Yenîşehîrê, li ser kavilên Apartmana Sozelê ya ku hatibû xerakirin, bernameyeke bîranînê hate lidarxistin. Ji bilî Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun; parlamenter, hevşaredarên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl û gelek welatî beşdarî bîranîna ku ji aliyê Platforma Parastin û Piştevaniya Bajarê Amedê, Platforma Rêveberiya Afatê û Piştevaniyê (DMS) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ve hatibû organîzekirin bûn.
Di bîranîna ku di saet 04.17’an de, ango di wextê erdhejê de pêk hat, li qada enkazê find hatin vêxistin û qerenfîl hatin danîn.
Di daxuyaniya ku di bîranînê de hate dayîn de bal hate kişandin ku her çend erdhej rûdaneke xwezayî be jî, li vê erdnîgariyê veguheriye karesateke mezin. Hate destnîşankirin ku feraseta ku xweza û mirov naxe navenda xwe û tenê li ser bingeha rantê tevdigere, afata herî mezin e. Her wiha hate diyarkirin ku piştî afat diqewimin bi têra xwe nayên axaftin û ya sereke ew e ku rê li ber karesatan bê girtin û bergiriyên pêwîst ji berê ve werin girtin.
Â
