Meclîsa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di serdema xwe ya duyemîn de bi pêkhateya endamên nû civîna xwe ya meclîsê pêk anî.
Meclîsa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên xwe yên ji bo dabînkirina wekheviya zayendî û mafên jinan didomîne. Meclîsa Jinan ku armanc dike yekîtî, piştevaniya xebatkarên jin û beşdariya wan a di mekanîzmayên biryardayinê de xurt bike, civîna xwe ya serdema duyemîn li dar xist.
Di civîna ku li avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin hate kirin de, hate destnîşankirin ku esasên xebatê yên bingehîn ên meclîsê; bi hev re fikirîn, hilberîn û bi piştevanî pêşveçûn in. Hat diyarkirin ku ev hêman dê gotin, rê û hêza meclîsê diyar bikin. Her wiha hate gotin ku armanc ew e Meclîsa Jinan li ser bingeha piştevaniyê xurt bibe û xebatên xwe bimeşîne.
Di civînê de çalakiyên serdema borî hatin nirxandin û der barê plansaziyên serdema nû û xebatên ku tê payîn werin meşandin de nîqaş hatin kirin. Di heman demê de, di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, ji bo mezinkirina têkoşîn û piştevaniya jinan plansaziyên nû hatin amadekirin.
Â
