Hevşaredar Hatun beşdarî nîşandana belgefîlma ‘Semsûr 04.17’ bû

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî nîşandana belgefîlma “Semsûr 04.17” bû ku wêranîya erdhejên 6’ê Sibata 2023’an ên bi navendê Mereşê vedibêje.

Nîşandana belgefîlma “Semsûr 04.17” ku bi piştgiriya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Afatê (DMS) hate amadekirin û derhêneriya wê Firat Erez girt ser xwe, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk hat. Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, Hevberdevka Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan, hevşaredarên navçeyan, nûnerên saziyên civakî û welatiyan li vê belgefîlmê temaşe kirin.

Derhênerê belgefîlmê Firat Erez destnîşan kir ku belgefîlm bi rêya şahidan serpêhatiyên Semsûrê ya ku di erdhejên 6’ê Sibatê de wêraniyeke mezin jiyabû digire dest. Erez diyar kir ku ew ji bo piştevaniya erdhejê bi dildarî çûne Semsûrê û di dema xebatan de fikra belgefîlmê derketiye holê; her wiha got ku wan hem piştevaniya xwe domandiye û hem jî kişandina belgefîlmê pêk aniye.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28