Hevşaredar Bucak, Roja 8’ê Adarê ya kedkarên jin pîroz kir

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, yekîneyên di avahiya xizmetê ya şaredariyê de ziyaret kirin û roja xebatkarên jin pîroz kir.

Dema ku çalakiyên ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ve ji bo 8’ê Adarê tên organîzekirin berdewam dikin, Hevşaredar Serra Bucak bi xebatkarên jin ên li avahiya şaredariyê re hat cem hev. Hevşaredar Bucak yek bi yek yekîneyan geriya, 8’ê Adarê li kedkarên jin pîroz kir û bal kişand ser girîngiya mezinkirina têkoşîna jinê.

'Werin em meclisa jinan bi hêz bikin'

Hevşaredar Bucak di dema serdanê de girîngiya xurtkirina piştevaniya jinan anî ziman û wiha got: “Werin em hêzê bidin Meclisa Jinan. Bi fikir û pêşniyarên xwe, em vê qadê hîn xurtir bikin. Em li benda ked û hêza we ne.” Her wiha Bucak bang kir ku jin beşdarî mîtînga 8’ê Adarê bibin a ku dê ji aliyê saziyên jinan ve li Qada Îstasyonê bê lidarxistin.

Xebatkarên jin jî 8’ê Adarê li Hevşaredar Serra Bucak û endamên Meclisa Jinan pîroz kirin û peyamên piştevaniyê dan. Di dema serdanê de, broşurên agahdarkirinê yên bi Kurmancî, Zazakî û Tirkî hatibûn amadekirin û vexwendnameyên mîtîngê hatin belavkirin.

Di vê bernameyê de, Alîkarên Sekreterê Giştî Zerin Turk û Muhabbet Erdogmuş, endamên Meclisa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin û serokên daîreyan ligel Hevşaredar Bucak bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31